Gotina fotograf, gotineke yûnanî ye û tê maneya xêzkirina bi
ronahiyê. Yanî aletê fotografkêş yê herî muhîm ne makîne ye, ronahî ye, ronahî
tunebe fotograj jî nayê girtin.
Li gorî vê, meriv kane bibêje fotografkêş ne ji tariyê, ji ronahiyê hez dike, çimkî ronahî tunebe ew nikana karê xwe bike.
Makîneya fotograf kînga îcad bû, kê îcad kir û fotografê pêşî kê girt û li ku girt ez nizanim û ji bo fêr bibim bi dû jî neketim. Ji ber ku ew zanîn ji min ra ne lazim e.
Di salên 1980î da min makîneyeke pir buha kirî û xwest fêrî fotogirtibê bibim. Ez çend caran çûm daristanê û li der û doran çend fotografên kulîlk mulîlkan girt lê dû ra min dev jê berda û makîne dû ra da birayê xwe yê biçûk.
Lê hezkirina fotografgirtinê hîn jî bi min ra kor nebûye, heyecana destpêkê nemabe
jî hîn tam venemirî ye.
Hin fotograf hene ji romanekê, ji kitêbeke tarîxê bêtir agahiyê didin meriv, ji wan bêtir tesîrê li dil û ruhê meriv dikin.
Min xwest îro çend gotinên fotografkêşên meşhûr bikim kurmancî û bi du sê fotohrafên min jê hez kirin ra pêşkêşîwe bikim.
-Tu yê ji însên hez bikî ku tu rismê wî bigrî
Ara Guler
Ara Guler
-Makîneya herî baş fotografê herî baş bigirta, xwediyê daktîloya herî baş jî ewê romana herî baş binivîsanda.
Ara Guler
-Fotograf derewan nakin, lê belê derewkar kanin fotografan bigrin.
Lewîs Hîne
-Heger min bikanîbûya çîrokê bi gotinan bibêjim, minê qet hewce nedîta makîneya risim bi xwe ra bigerînim
Lewis Hine
-Fotografgirtin çavê însên, aqilê însên û dilê însên tîne eynî hîzayê.
Henri Certier-Bresson
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar