11 november 2018

Çend bîranînên min li ser Wêranşarê û Dêrika Çiyayê Mazî



Heta salên 1970î jî li Dêrikê bi tirkî peyivîn şermeke mezin bû, henekê xwe bi meriv dikirin, eynî meriv dikirin qird û didan lîstikandin. 

Kî li Dêrikê bi tirkî bipeyiviya bi henekan ba jî tilî têve dikirin, xeberên bi wezn û kafîye ji meriv ra didan, meriv wek Xoce Nesredîn paşpê li kerê siwar dikirin û ji Dêrikê bi rê dikirin...


Di xeber(çêr) û henekan da dêrikî meşhûr in, pir hoste ne. Xeberên dêrikiyan, nav û nîçokên wan pir xweş in.

Lê nuha wa ye keç û xortên dêrikî jî êdî bi hev ra tirkî dipeyivin û bi tirkî dinivîsin.

Wer xuya dike dewletê zora Dêrikê jî biriye, ne wek Diyarbekrê be jî lê Dêrik jî hêdî hêdî teslîmî asîmîlasyonê dibe. Di medyaya sosyal da meriv vê serketina dewletê dibîne.

Sebebê min ji dêrikiyan pir hez dikir kurdiya wan bû. Bêyî îstîsna, bi her dêrikî ra min kanîbû bi kurdî bipeyivîyama. Lê bi mêrdînî û swêregiyan ra ne wiha, ziman tirkî bû. Kêfa min qet ji vê yekê ra nedihat.

Lê wa ye ev rewş hatiye guhertin, dêrikî jî êdî bi hev ra bi tirkî diepeyivin.

Di salên 1960î û destpêja salên 1970î da di nabêna Dêrikê û Wêranşarê da maçên futbolê çê dibûn.

Her cara em wêranşarî diçûn Dêrikê maçê, ji ber ku wêranşarê bi hev ra bi tirkî dipeyivîn, bi henek û tinazên xwe em rezîl dikirin.

Wêranşarî bi hev ra bi tirkî dipeyivîn. Û dêrikî jî bi kurmancî dipeyivîn... 

Lema jî henekê xwe bi me dikirin, ji me ra xeber didan, digotin “van dolên qereqehpan…” nizanim çi û çi… 

Du sê lîstikvanên me tenê kurd bûn, yên din hemû erebên Mêrdînî swêregî bûn. Zimanê xortên swêregî tirkî bû, ne zazakî zanîbûn û ne jî kurmancî, esnafê swêregî mecbûrî kurdî îdare dikirin, lê bi hev ra bi tirkî dipeyivîn.  Û ji kurdan jî qet hez nedikirin. Helbet ne hemû, hin kesên di halê xwe da û baş jî hebûn. Çend xortên wan bûn TIKO û hevalên apocî. Lê bi piranî kurdayetî nedikirin.


Bêyî vê grûba swîregiyên tirkîaxêv, swêregiyên zaza û kurmanc jî hebûn. Lê vana dû ra, di salên 1960 û 70î da hatibûn. Lê swêregiyên tirkîaxêv, ez dibêjim bi eslê xwe tirk in, zimanê wan tirkî bû.

Lê Dêrik ne wek Wêranşarê bû, bajarekî homojen mabû, tirk, ereb lê bi cî nekiribûn. Lema jî zimanê dêrikiyan kurmancî bû. Yekîtiya zimên têkiliya nabêna wêranşarî û dêrikiyan rehettir û xurttir dikir. Lê têkiliya mêrdînî û swêregiyan li gorî dêrikîyan bêtir bi mesafe bû.

Yanî Wêranşar wek Dêrikê ne homojen bû, çar pênc grûbên xerîb lê hebûn. Ji van grûban yek jî surûcî û hîlwanî bûn. Zimanê wan jî kurdî bû. Dibê li ser sebebên kozmopolîtiya Wêranşarê lêkolîn were kirin.

Li Wêranşarê grûbek xortên lîseyê ya tiyatroyê hebû, ekîbeke pir baş bû. Çend kurd jî di nav ekîbê da hebûn lê zimanê mişterek tirkî bû. Bi piranî xort bi hev ra bi tirkî dipeyivîn.

Em diçûn qezayên din jî. Em carê, du caran çûn Mêrdînê jî, hevalan li wir jî lîstikek lîstin. 

Çi ji bo topê û çi jî ji bo lîstina piyesekê her cara em diçûn Dêrikê, ji ber ku wêranşarî bi hev ra bi tirkî dipeyivin em dikirin qird.Tinazê xwe bi tirkiya me dikirin.

Carê em çûn, ez dibêjim di nabêna 1968-1969a da bû, Mahmût Onen serokê belediyê bû, gelek qedir da me. Me li sînemayekê lîstika xwe lîst û pir jî hat ecibandin. Hin kesan bi kurmancî tişt mişt gotin, qîryan... 

Wêranşar piştî serîhildana Îbrahîm Paşayê Millî û qirra ermeniyan kiribûn bajarekî kozmoplît, bi hezaran kurd ji Wêranşarê reviyabûn bin xetê, Lubnanê, Urdunê û gelek derên din. 

Lema jî heta salên 1970î hema hema hemû sinetkar û esnafên Wêranşarê erebên Mêrdînî, swêregî û hinek jî mahcirên Serhedê bûn.

Hemû mahcir kurd bûn û bi kurmancî dipeyivîn. Kurmanciya wan pir xweş bû û hemû jî karkir û sinetkar bûn. Kesên di halên xwe da, bêzirar û effendi bûn.

Li Wêranşarê grûba herî teşxele û şerûd swêregî bûn. Berdûş û pêxwasên wan pir bûn. Bi piranî ne wan ji dêrikî, mahcir û wêranşariyan hez dikir, ne jî dêrîkî, mahcir û wêranşariyan ji wan.

Di nava bajêr da nufûsa erebên mêrdînê û tirkên swêregî ji kurdan pir zêdetir bû û vê yekê heta 1970î dom kir.

Dû ra ji gundan kurd ketin bajêr û xerîban koçî metropolan kirin û demografiya bajêr ji nuh ve serrast bû. Nuha nufûsa ereb û tirkên mane pir hindik e. Nuha piraniya nufûsa bajêr kurd in. 

Ez ji meselê hinekî dûr ketim, min xwest bibêjim Dêrik yek ji wan bajarên Kurdistanê bû heta salên 1980î jî zimanê dêrikiyan yê bazarê û malê kurmancî bû.

Û li Dêrikê axaftina bi tirkî şermeke mezin bû, hezar û yek pêkenîn li ser meriv çê dikirin. 

Lê nuha bi qasî ez dibînim Dêrika kela kurdayetiyê jî hêdî hêdî teslîmî tirkî dibe, keç û xortên dêrikî yên dê, bav û kalên wan qerfên xwe bi kesên tirkîaxêv dikirin, wa ye zimanê wan jî bûye tirkî û gava meriv ji wan ra dibêje bi tirkî nenivîsin, xwe aciz dikin, dibêjin her kes bi kurdî nizane…

Dewleta tirk nêzî hêniya xwe bûye…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE