13 november 2018

Li ser rexnegirên kurmanciya min rexne dikin



Do di şiroveyeke xwe da min peyva ”protesto” bi kar anî bû. Xoretekî gotibû ew gotin ne bi kurdî ye…

Îro jî xortekî dîsa peyva ”cesaret”ê rexne kiriye, gotiye ”Xalo cesaret= wêrîn e, cesur= wêrek e.”

Min jê ra tiştek negot.


Yekî nizanibe ewê bibêje belkî di kurdî da deh gotinên hemberî "protestoyê" hene min bi kar neaniye. Ne di tirkî da û ne jî di kurdî da peyveke tam maneya ”protestoyê” bide tune.


Lê hebe jî ferq nake, ez bi xwe bi kar tînim…


Tu dibêjî qey ez nizanim "cesaret" ne bi kurdî ye û haya min ji ”wêrek û wêrekiyê” tuneye…

Bi qasî ”wêrek û wêrekiyê”, cesûr û cesaret jî malê kurdî ye û ne rast e meriv li kurdan yasax bike.

Di hin daran da meriv wê û di hin deran da jî ya din bi kar tîne, ev li gorî nivîsê û cî diguhere.

”Cesaret û cesûr” bi erebî ye û tirk jî bi kar tînin. Ji xwe di tirkî da peyva dewsa ”cesaretê” bigre tuneye jî. Peyva ”gozupek” çê kirine lê ew jî di her derê da nabe.

Ji ber ku min ”protesto” û ”cesaret” bi kar aniye min rexne dikin, lê ez bawer nakim ev rexnegirên min di metneke tirkî da jî peyvên ”protesto” û ”cesaret”ê rexne bikin û ji nivîskarê nivîsê ra bibêjin ev gotin ne bi tirkî ne, tu çima bi kar tînî?

Lê ji bo kurdî dibêjin û him jî gelekê caran…

Ji sedî 60, 70î tirkî gotinên biyanî ne, lê heta nuha min qet nedîtiye kesî di nivîsên tirkî da gotinên biyanî rexne kiribe…

Rexneyeke wiha pir anormal e…

Lê di kurdî gav û saetê viya dikin. Hîn rindikî nizanin kurdî binivivîsin, ez bala xwe didimê haya gelekan ji îmlayê û sentaksa kurmancî tuneye, lê gava di metenekê da çavê wî/wê bi gotineke ne bi kurdî dikeve, bi şêla, bi hewa fîlologekî aqil dide xwediyê nivîsê, efendim filan gotin ne bi kurdî ye.

Fena ku şaşiyeke mezin dîtibe… 

Di vî warî da kurdên rojhilat ji îsota Ruhayê jî tûjtir in, pir ekstrem in.

Di her zimanî da gotinê xerîb hene, ev tiştekî normal e. Li dinyayê tu ziman bêyî gotinên biyanî tuneye, tiştekî wiha ne mimkûn e.

Di nivîsandinê da bikaranîna gotinên biyanî ne problem e û ji bo zimanekî nabe kêmasî. 

Ya muhîm meriv wan gotinên biyanî rast û li gorî sentaksa zimanê xwe bi akr bîne.

Bêguman dibê meriv li zimanê xwe miqate be, heta mimkûn be gotinên kurdî bi kar bîne û ez viya dikim jî.

Ez gelê qîmetê didim xweşikî û rastnivîsa zimên û bi taybetî jî li sentaksê, hevoksaziyê miqate me.

Lê belê dema ez dinivîsim çi gotin tê bîra min ez wê dinivîsim, ez bi dû gotinan nakevim. 

Û carnan jî hin gotinên çêkirî nakevin serê min, wan bi zanetî bi kar naynim û gotineke erebî, farisî latînî, ya zimanekî din bi kar tîninm.

Lê gotinên tirkî bi zanîn tu carî bi kar naynim. Di vî warî da ez pir dîqet dikim. 

Wek min got, di nivîsê da ya muhîm ne hebûna peyvên biyanî ye, îmla ye, sentaks e, dibê hevok, cumle li gorî hevoksaziya kurmancî be.

Dema hevok, cumle ne li gorî sentaksa kurmancî be hemû gotin bi kurdî bin jî nayê fêm kirin û tu qîmeteke wan gotinên kurdî namîne.

Lema jî ji gotinên biyanî bêtir, dibê meriv bala xwe bidê nivîskêr ziman çiqasî xweş bi kar aniye, çiqasî xweş gotiye, hevoksaziya wî çiqasî li gorî kurdî ye û xwendevan çiqasî jê fêm dike.  

Ez ji rexneyên wiha bîna xwe teng nakim, lê şewqa gelek kesên din dişkîne, însanan ji nivîsandinê sar dike.

Bifikirin di nivîseke tirkî da ji dêlî xweşikiya zimên û naveroka nivîsê, meriv rabe peyvên ne bi tirkî rexne bike, bibêje filan peyv, filan peyv ne bi tirkî ye ?!

Ewê çiqasî qomîk bibe ne wisa?


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE