Dîrokzan û kemalîstê tirk Îlber Ortayli, bi tirsonekî ji terora hukûmet dide meşandin, ji rev û koçberiya ji tirsa dewletê gazin kiriye, gotiye:
”Kesên li zanîngehên Tirkyê xwendine, dereceyên herî baş girtine diçin li otêlên New Yorkê, Los Angelesê dibin garson. Li vir panîkek heye, di nava panîkê da terkkirina welêt tiştekî ne xweş e. Numûneyeke vê ya tahl(bi êş) cîranê me Îran dijî. Îran, bi rastî jî bi kultur û ji gelek aliyan da miletekî ji me mikemeltir e, ji tiştê jê ra digotin înqîlab û vir da 6, 5 milyon ewladên xwe yên xwenda şand derve. Ev rewşeke pir bi kovan(hezîn)e.”
Rast e, lê sebebê vî halê Tirkiyê û Îranê yê zelûl bêdengiya kesên wek te û zulma li ser kurda ye. Hûn li hemberî zulma dewlet li milet, li mixalifên xwe dike bêdeng dimînin. Kes ji kêfa welatê xwe naterikîne. Heta nuha kurd direviyan, lê êdî tirk jî direvin. Reva kurdan dihat hesabê we, we piştgirî didayê. Lê nuha dor hatiye tirkan.
Heta Tirkiye û Îran mafê kurdan nedin tu carî ruyê demokrasiyê û îstîkrarê nabînin; her tim însanên zana, xwenda, akademîsyen ji tirsa ewê birevin derve.
Him tu yê li hemberî terora dewletê bêdeng bimînî, him piştgiriyê bidî hukûmetê û zulma li kurdan tê kirin û him jî gazinan ji koçberiya însanan bikî nabe, li hev nake.
Heta em kurd bindest bin, negihîjin azadiya xwe, hûnê jî tim wiha perîşan bin û herî zanayên we ewê herin li Amerîkayê bibin garson...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar