Diya min li Diyarbekrê dimîne. Nuha(do êvarî, 25/11) pê ra peyivîm. Pîreka
mezin e, hinekî nexweş e. Wek her tim dîsa ji min ra barek dua kir û di dawiyê
da got:
"Ev temî û wesiyeta min e li te, ez mirim jî neyê, şîrê min li
te xweş helal be ! Hema li wir duayekê ji min ra bixwîne bes e. Gunehê min li
stuyê te neyê, ewê te bigrin. Te bigrin heta mirinê bernadin. Bi hezaran însan
di hefsan da dirizin. Meytên wan jî nadin xwediyên wan…"
Ez pir li ber vê tirsa di dilê wê da peyda bûye ketim, min
got dayê wan tiştan ji xwe ra neke derd, tu li rehetiya xwe binêre. Lê wê
tim bi israr got neyê…
Diya min gelek rojên giran dîtine, lê tu carî wesîyeteke wiha
li min nekir, tu carî negot ez mirim jî neyê, tu carî tirseke hewqasî mezin his
nekir.
Ez pir pê êşiyam, lê naxwaze di rojên xwe yên dawî da min di hefsan da bibîne, naxwaze bi wê kulê, bi wî derdî here gorrê. Lema jî ji min ra got "ez mirim jî neyê..." !
Ez pir pê êşiyam, lê naxwaze di rojên xwe yên dawî da min di hefsan da bibîne, naxwaze bi wê kulê, bi wî derdî here gorrê. Lema jî ji min ra got "ez mirim jî neyê..." !
ji Qîrê jî reştir e bextê me!
SvaraRaderaErê weleh, bi rastî jî wer bûye.
Radera