19 november 2021

Hevpeyvîna bi malpera Hawar netê ra

2009-9-20


Ji kerema xwe bi xwendevanên me bide nasî.

Ez ji Wêranşara qeza Ruhayê me. Li wir hatime dinê û heta 30 saliya xwe li wir jiya me.
Di destpêka salên 70-î da di nava tevgera KÎP/DDKD-ê da min dest bi siyasetê kir û heta van salên dawiyê jî wiha mam.
Lê nuha bi tu rêxistinê ra naxebitim.

Ji sala 1980-î virda ye ez li Swêd li surgûnê me û heta nuha jî nikanim herim welatê xwe.

Ez zewicî me, sê law(Azad, Serhat Arda, Rojen) û keçeke min(Rûken) heye.

Heta nuha du kitêbên min(Hindik-Rindik û Antolojiya çîrokên zarokan)derketine.
Bêyî van herdu berhemên min, min ji swêdî jî romanek (Bide dû dilê xwe) ya Susanna Tamaro wergerandiye kurdî.

Ji sala 1980-î û vir da ye min di gelek rojname, kovar û malperên kurdî da nivîsîye û di hinekan da jî(Armanc, Berbang, Hêvî, Hêlîn, Netkurd) endametiya redaksiyonê û redaktorî kiriye.
Ji sala 2007-an û vir da ye blogeke min(Hindik-Rindik)heye, ez her roj meqalyekê, tiştekî têda dinivîsim.

 
-Gelo li gorî we ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a li bakûrê Kurdistanê di dema nêzik û navîn de dewleta Tirk divê kîjan gavan bavêje? (Herî kêm 5 made)

 

Ji bo çareseriya mesela kurd berî her tiştî dibê li Tirkiyê qanûna esasî(ana yasayê)were guhertin û qanûneke nuh ku hebûna kurdan weke milet qebûl dike were qebûlkirin.

Dibê di vê qanûna esasî û qanûnên din da hebûna kurdan, navê Kurdistanê, ala kurdî, merşa kurdî yanî miletê tirk xwedî kîjan maf û heqî ye, miletê kurd jî bibe xwediyê wan mafan.

Mesela kurd bi soz û ehdên devkî, bi hin gavên taktîkî, weke TRT6, di hin zanîngehan da vekirina beşê zimanê kurdî, paşdedana navên gundan yên kurdî nayê çareserkirin.

Heta ku hemû mafên hatine dayin û yên ku ewê werin dayin nekevin binê garantiya qanûnan, dibê kurd ji samîmiyeta dewletê bawer nekin û doza garantiyên zagonî û qanûnî bikin.

Heger dewlet bi rastî, bêyî hîle û xapandin dixwaze mesela kurd çareser bike, wê demê mafê dide dibê bigre bin garantiya qanûnan.

Kî dikane garantiya wê yekê bide ku dewlet van ”gavên demokratîk” û ”pakêta kurd”, ”hewildana mesela kurd” weke perçeyekî şerê çekdarî yê şikandin û têkbirina tevgera kurd ya netewî nabîne û ji bo vê armancê van ”gavên” taktîkî navêje.

Ji ber ku him serokwezîr û him jî serokerkan gelek caran gotine ”teror” tenê bi çekan ji ortê ranabe, li gel çekan dibê  aliyên meselê yên kulturî,  aborî û zimnan û nasnameyî jî were dîtin.

Esas bi danîna navê kanala ”pirzimanî”(TRt6), ji dêlî kanala kurdî û beşê ”zimanên zindî”, ji dêlî beşê zimanê kurdî, dewletê sinyala nesamîmiyetê û xapandinê nîşan daye.

Dibê siyasetmedarên kurd û kurdên ku di nava AKP-ê da ne û baweriya xwe bi ”pakêtên” AKP-ê tînin sebebê guherandina van hrdu navan ji dewletê bikin.

Dibe ku dewlet weke taktîk van ”tawîzan”  dide, ji bo ku kurdan bîne hember hev û dûra jî piştî guherîna hukûmetê her tiştî dîsa bibe wezna berê.

Ji bo em bawer bikin ku armanca dewletê ne ev e, dibê dewlet tiştê dide bigre bin garantiya qanûnan.

 -Gelo ji bo bi dest xistina mafên xwe yên netweyî û ji bo pêşerojeke bihêz di dema nêzik û navîn de divê Kurd çi bikin? (Herî kêm 5 made)

 

Bersîva vê pirsa we, min di pirsa pêşî da daye, yanî tiştên ku dibê dewlet bike, dibê kurd jî bixwazin û ji wan daxwazan bi qasî misqalekî jî danekevin.

Ji bo ku kurd bikanibin bi tirkan ra bijîn, dibê ew jî weke wan xwediyê eynî mafan bin û ev jî teqabulî federasyonê dike.

Heta ku dewleta tirk mirinê nebîne bi tayê razî nabe, loma jî dibê kurd ji nîşandana ”mirinê” danekevin.

Helbet ev nayê wê maneyê dema dewlet hin gavên biçûk davêje dibê em li dij derkevin û nexwazin.

Na, dewlet bi xwe çi gavan davêje bira bavêje, ya girîng dibê hêzên kurd, ronakbîr û nûmerên miletê kurd bi îdîea û argumenta dewletê netirsînin, xwedêgiravî ev daxwaz îro ”ne realîst in” dev ji daxwaza serxwebûnê û herî kêm jî federasyonê bernedin, doza miletê kurd li ciyê rehetiyê hewqasî danexin û erzan nefroşin.

Çimkî tirk hîn me weke mixatab jî qebîl nakin, hîn bi me ra li ser amsê rûneniştine û dest bi bazarê jî nekirine,loma jî tu sebeb tuneye ku em xwe bi xwe bibin bûk û zava û dev ji daxwaza xwe ya dewletbûnê berdin.

Malpera Hawar.net.

Not: Ez mejiyê kompîtora xwe ya kevn paqij dikim. Gelek tişt dubera, sêbare bûne û ketine ser hev. Di vê nabêna da rastî hin nivîs, hevpeyvînên xwe têm. Ji bo ku wenda nebin dixim bloga xwe. Ev hevpeyvîna malpera Hawar Netê sala 2009a bi min ra kiriye yek ji wan e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE