19 november 2021

Erdogan dixwaze hokus-pokuseke din dîsa bibe serok

Li Tirkiyê sîstema serokatiyê heye. Ji bo ku yek bibe serok dibê di hilbijartinan da ji %51ê rayan bigire.

Li gorî ankêtan di hilbijartinên 2023a da Erdogan nikane ji %51ê rayan bigire. 
Erdogan ev yek baş fêm kiriye. Lema jî ji nuha da dixwaze bi hokus-pokusekê sîstema ji %51ê bide aliyekî û bi rayên hindik jî careke din bibe serok.
Yanî heger rayên wî ji %20 be jî dîsa bibe serok. Ji nuha da senaryoyên vê pilana xwe çêdike, diceribîne.

Mixalefeta wî wer bawer dike heger Erdogan qezenc neke, yanî ji %51ê rayan negire ewê dev ji kursîya xwe berde.

Yên wisa difikirin, yên wisa bawer dikin ji xwe ra xenan dibînin, Erdogan ji %9a jî bigire bi rehetî dev ji kursîya xwe bernade.

Recep Tayyip Erdogan ji bo ku heta mirinê li ser hukim bimîne û tu carî dev ji kursîya xwe bernede ewê hezar dek û dolabên nayên bîra kesî bigerîne.

Heger dek û dolab, hîle hemû têrê nekin, ewê herbekê derxe, ewê provakasyonên mezin bike.

Yanî dibê her kes baş bizane Erdogan tu carî îktîdarê bi rayan, bi rehetî nade, dibê mixalefeta wî vê yekê ji nuha da bobîne.

XXX

Rojekê hevalekî Mistefa Fazil Paşayê Misrî ((1829-1875)jê pirsî ye:

-Heger bi saya Hurrîyet û maarîfê( bi saya azadiyê û perwrdeye, zanînê) çavê milet vebe ewê çi bibe?

Mistefa Fazil Paşa gotiye:

-Ma ewê çi bibe, wê çaxê milet ewê cehaleta me û izdiraba xwe ji nêzîk va bibîne.

Yên heta nuha Tirkiye îdareke kirine ji bo ku çavê tirkan venebe ne dihêlin azadî hebe ne jî perwrdeyeke baş. Ji bo wê jî tirk miletekî nezan, cahil û kor e. Lema jî yên wek Erdogan û Bahçelî dikin serokên xwe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE