20 november 2021

Gurrî mir bû gulîsor

Hevalên Weşanxana Nûbiharê di malpera xwe ya twîtterê da sersaxî ji malbata Sezaî Karakoçê şair û nivîskar ra xwestine, gotine:

”Şiar û Nivîskarê Diyarbekirî Sezai Karakoç wefat kir; Xweda wî bi rehmeta xwe şad bike, cihê wî cennet be. Em, ji malbat, dost û ji hezkiriyên wî re sebr û metanetê dixwazin.”
Raîf Yaman ji vê mesaja Nûbiharê gazin kiriye, gotiye:

”Vî camêrî hebûna kurdan û zimanê kurdî înkar dikir, bi hawayekî berbiçav rêgezperestî dikir. Merivek di saxîya xwe da li dijî çi be, dema dimire jî ew e, naguhere...”

Azad Rêbiwar li dijî vê rexneya Raîf Yaman derketiye, gotiye:

”Kekê Raif, tu wî qet nas nake. Xwedê zane te rêzikeke wî jî nexwendiye. Di tu berhemên wî de tu şopa Tirkîtiyê tê de nabîne. Lewra yekî ûmetperest bû.”

Raîf Yaman jî bi vê çavkanîya jêr bersîv da wî. Min çavkanîya Raîf Yaman nîşan daye wergerand kurmancî. Ez tirkîya wê nadim, çimkî ez tiştên bi tirkî belav nakim. Lê twîtta Raîf Yaman di malpera Nûbiharê da heye, yê bixwaze kane li wir bala xwe bidê.
Çavkanîya Raîf Yaman nîşan daye wiha ye:

”Zimanekî bi navê kurdî tune ye, miletekî bi navê kurd tune ye. Hûn kanin bi farisî weşanê bikin û xelas.
Sezaî Karakoç.
Navê kitêbê:
Riya xelasiyê 1-Pêşeroja welatê me.
Nivîskar Sezaî Karakoç
Weşanxane: Dîrîlîş Yayinlari
Çapa ewilî: 2011
Ziman: Tirkî
Barkod: 9789264552661.”

Azad Rêbwar bersîv neda Raîf  Yaman. Li ser vê, min jî ev komentara jêr li binê twîtta Azad Rêbwar nivîsî.

Zinarê Xamo:
”Te ji Raîf Yaman ra got, "te Sezaî qet nas nakiriye. Tu di berhemên wî da şopa tirkîtiyê nabînî."

Raîf numûne da, vî irqçiyê tirk gotiye kurd û zimanê kurdî tune ye. Dibê tu bersîvekê bidî Raîf, yê ew nexwendiye û yê wî nas nake kî ye?”

Azad Rêbwar bersîv da min, got ”Raîf Yaman merivekî virek e, buhtan lê kiriye,” lê dûra twîtta xwe jê bir.

Kitêba Raîf Yaman wek çavkanî nîşan daye li ba min tune ye, lema jî ez nikanim çavkaniya Raîf Yaman teyid(tesdîq)bikim.

Lê ez zanim Sezaî Karakoç merivekî pantirkîst, ummetçî û osmanîparêz bû û ne xêrxwazekî kurda bû, bi qasî ez wî nas dikim tu carî li dijî bindestiya kurdan, dagirkirina Kurdistanê derneketiye û azadiya miletê kurd nexwesitiye.

Ne wek siyasetmedar , ne jî wek nivîskar û şair ne merivekî wisa bû ku siyasetmedarên kurd, welatparêzên kurd rahmê lê bînin û ji malbat û hezkiriyên wî ra sersaxiyê bixwazin. Hezkiriyên wî giş irqçî û faşîst in, neyarên miletê kurd in.

Ji ber ku Sezaî Karakoç pantirkîst û îslamîstekî tirk bû ji Devlet Bahçelî bigire, heta bi Erdogan, hemû erkanên dewletê ew bi ezmanan xistin, çiqas faşîst û neyarên kurdan hene, gişan yek bi yek mesajên sersaxiyê belav kirin.

Ev jî naîşan dide Sezaî Karakoç ne dilxwaz û xêrxwazê miletê kurd bû, yekî li dijî kurdan bû û di cepheya faşîst û pantirkîstan da bû.

Heger Sezaî Karakoç ne yekî neyarê kurdan bûye, Dewlet Bahçelî, Recep Tayyip Erdogan û bi sedan tirkçiyên din ew wek nivîskar, şair û mutefikirekî tirk yê millî, wek rêberekî fikrî yê tirkîtiyê, wek şaîrekî liberxwedanê taswîr nedikirin û bi asîmanan nedixistin.

Hezkirina ji merivekî wiha, ji edebîyat û şiîrên wî bi me kurdan neketiye, em û Sezaî Karakoç di tu warî da ne dost û hevalên hev bûn, ew di cepheya dijminê me da bû. Lema jî xemgîniya hin kurdan bêguman ne rast e. Ji ber ku ji Kurdistanê ye, ji ber ku miriye ne rast e meriv fikrên sî, îdeolojiya wî bide aliyekî.

Kî dibe bira bibe, dibê kurdên welatparêz rahmê li merivekî wiha neynin.

Ev jî gotineka Sezaî Karakoç ya meşûr e:
”Kapîtalîzim, di çavê min da ruyekî çepîtiyê ye, komunîzim jî ruyê din e. Yê însan be ez dibêjim bira tuyî herdu ruyan jî bike.”
Tu ferqa vî keftarî ji Cubbelî Ahmet tune ye, şiîrên wî cewahir bin jî meriv jê hez nake.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE