20 november 2021

Zarokên xwe ji van xemîşokan bêpar nehêlin

Dê û bavên hêja, antolojiya ”Hebû tune bû” li Fûara Kitêban a Mêrsînê hatiye ber nigên we.

Ne hewceye hûn herin li kitêbfiroşan bigerin ya jî bi riya netê temî bikin. Êdî ev yek jî ne hewce ye, hema herin Fûarê û riya xwe bi pavîlîona/standa ”pirtukakurdî” xin û ji zarokên xwe ra ”Hebû tune bû”yekê bikirin. Bira zarokên we ji xemîşokên/çîrokên kurdî bêpar nemînin. Bira zarokên we xemîşokên kurdî bixwînin, bira xeyal, fantazî û zimanê xwe bi pêş xin. Bira zarokên we fêrî xwendinê bibin, bira di dilê wan da eşqa xwendinê geş û xurt bibe.

Fûara Mêrsînê Salon 1 STAND : B-15

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE