21 november 2021

Riya bextewariyê

Nivîskar, mucîd û fîlozofê amerîkî Benjamîn Franklîn li ser bextewarbûnê pêşniyareke pir xweş kiriye, gotiye:

”Du riyên bextewarbûnê hene. Ya dibê meriv daxwazên xwe hêm bike, ya jî îmkanên xwe zêde bike.”

Em miletên asyayî û afrîqî ji bo jiyaneke xweş û bextewar ne daxwazên xwe kêm dikin, ne jî îmkanên xwe zêde dikin; ji dêlî wê va ji welatên xwe direvin, dikevin riyên mahciriyê. Li welatên xelkê, li ser sînoran perîşan dibin, dimrin lê dîsa jî venagerin welatê xwe.

Gava xelk me qebûl nake jî em dixwazin bi darê zorê têkevin welatên xelkê. Ev tiştekî pir seyr e.

Erê carnan şertên siyasî meriv mecbûrî revê û mahciriyê dike, lê kultura reva ji welatê xwe, koçberiyê, mahciriyê li ba miletên afrîqî û asyayî pir kûr û berfireh e. 

Em pir rehet terka welatê xwe dikin. Jimara me ya li Ewrûpa, li welatên pêşketî îspata vê yekê ye. Ji bo ku em çareya gelşan, halê xerab ne di micadelê da, di revê da dibînin welat jî bi pêş nakeve, civat naguhere, gelş çareser nabin. Rev, koçberî, mahcirî bûye çareserîya her tiştî...

 XXX

 -Zanîn însên ji şikê, çêyî ji poşmaniyê, ji êşkişandinê, biryardarî jî ji tirsê xelas dike.

Confuçîûs.

 XXX

 Wezîrê karên derve yê Yûnanîstanê Nikos Dendîas gotiye, ”Çi heyf, li vê herêma me sebebê gelek gelşan Tirkiye ye.”

Ji erd hetanî ezmên gotineke rast e, Tirkiye bûye kana xerabîyê, li herêmê çiqas nerindî, xerabî, gelş hene, sebebê gişan jî Tirkiye ye.

Tirkiye berê jî tim çavkanîya teşxelê bû, lê bi îktîdara Erdogan ra gelkî xerabtir bû.

Erdogan carê cila xwe li cahnimê raxistiye, nerindî yek kêm, yek zêde jê ra ferq nake. Derdê wî kursîya wî ye, ji bo ku ji ser kursîya xwe nekve kane her xerabiyê bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE