21 november 2021

Dibê zirtebozî bêbersîv nemîne

 

Wezareta Pêşmerge pir baş kiriye bersîv daye wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hulûsî Akarê gotiye ”ne li Tirkiyê, ne jî li dervayî Tirkiyê Kurdistan tune ye.”

Lê bi bawerîya min ev bersîva dibê Wezareta Pêşmerge neda, wezîrê karên derve ya jî serokwezîrê Kurdistanê bida. Yanî dibê hemtayekî(muadilekî)Hulpsî Akar ev bersîv bidayê. Di dîplomasiyê da ev yek pir muhîm e, li gorî wê rûmet û cidîyet tê dayin.

Gerek serok û wezîrên Kurdistana Federe, serokên partiyan li hember bêedebî û zirteboziyên berpirsiyarên Tirkiyê yên bi vî rengî tu carî bêdeng nemînin, xwe kerr nekin, miheqeq reaksîyoneke cidî nîşan bidin. Gava wiha nebe tirk aşûnî dibin, rû digrin, bêedebiyên xwe bi pêşda dibin.

Li hemberî beyanên berpirsiyarên Tirkiyê yên bi rengî bêdingmayina berpirsiyarên Herêma Kurdistanê him ne rast e, him jî cesaretê dide tirkan, dibe sebebê tirk navê Kurdistanê li her kurdî qedexe bikin û ew bi xwe jî nebêjin.

Gerek serok û berpirsiyarên Herêma Kurdistanê beyanên berpirsiyarên hukûmeta Tirkiyê yên bi vî rengî tu carî îdare nekin, bêbersîv nehêlin. 

Hin kurd di rexneyên xwe da dibêjin heger şika Hulûsî Akar ji hebûna Kurdistanê heye bira li belgeyên Osmanî binêre.

Di beyana Wezareta Pêşmerge da jî eynî tişt hatiye gotin.
Birayên delal, ne ku Hulûsî Akar nizane Kurdistan heye.

Helbet zindîq baş zane Kurdistan heye û qismê herî mezin jî dewleta wî dagir kiriye.

Ne ji ber nezaniyê, mêrik ji ber irqçîtiya xwe, ji ber neyartiya xwe ya kurdan dibêje Kurdistan tune ye.

Tirkan bi taktîka hêrsbûnê, bi xeydê kurdên bakur fêrî otosansora navê Kurdistanê kirin.

Kê got Kurdistan, siyasetmedar û serokên tirkan xwe xeyidandin, xwe dînomîno kirin, gef lê xwarin, bi vî hawî hêdî hêdî kurd fêrî otosansora navê Kurdistanê kirin.

Êdî gelek kurd di axaftin û beyanên xwe da, di medyaya sosyal da newêrin bibêjin Kurdistan. Sebebê vê sansora navê Kurdistanê hinekî jî kurd in, di gotinê da israr nekirin, gişan bi hev ra, li her derê negotin.

Ev yek jî bû sebebê piraniya kurdan newêre bibêje Kurdistan, her kes newêre bi rehetî bibêje ez ji Kurdistanê me, navê welatê min Kurdistan e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE