21 november 2021

Rismekî 41 sal berê û pirsek

 


Ez hêdî hêdî dûzanekê didim arşîva xwe, tiştên dubare, sêbare jê davêjim. Gelek risim, dokument dubare, sêbare hatine parastin.
Di vê nabênê da rastî gelek tiştên xerîb têm.

Ev risim sala 1980î li Almanya, li bajarê Darmstadê li mala Mistefa Koseoglu hatiye girtin.

Ji milê çepê yê ji pê, Mistefa Koseoglu ye, kurdekî ji Konyayê ye. Yê li kêlek wî ez im û ya li kêlek min jî xanima Mistefa Koseoglu Bermal xanim e.

Lê navên hersiyên din nayê bîra min

Yê rûniştî, gede di himêzê da, xanima li kêlek wî û xortê li kêlek xanimê bi qasî di bîra min da maye dêrikî ne. Navên wan nuha nayê bîra min. Hevalên me bûn. 
Gelo kesê wan nas dikin hene?
Gelo ew hîn li Almanyayê ne ya jî vegerîyane welêt ?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE