Ez heyranê jîrîtî û jêhatîbûna kurda me, bêyî ku bi salan herin mekteb û medreseyan bixwînin, xwendin û nivîsandina zimanê xwe fêr bûne û gelek berhemên giranbuha nivîsîne.
Dinya alem, ferdên miletên din ji bo ku xwendin û nivîsandinê fêr bibin bi salan dixwînin, di dibistan û zanîngehan da umrekî derbas dikin.
Kurd wek gedeyê navika xwe bi xwe bibire, bêyî ku rojekê herin dibistan û
zanîngehan, xwendin û nivîsandina zimanê xwe li malên xwe, bi xwe fêr dibin.
Dibê meriv ji dil teqdîr bike.
Him jî ne yek, ne dudu, di van 50-60 salên dawî da bi hezaran kes bûne mamosteyên xwe û xwe fêrî xwendin û nivîsandina kurdî kirine, bûne şair, bûne nivîskarên çîrok û romanan.
Kurdên başûr ne tê da, lê kurdên hersê beşên din ên Kurdistanê giş jî li malên xwe fêrî xwendin û nivîsandina kurdî bûne û dûra jî bûne nivîskar.
Li dinyayê numûneyeke din ya bi vîrengî heye ya na ez nizanim. Yanî miletekî zimanê xwe li mala xwe fêr bibe.
Ev ne karekî rehet e. Dibê meriv teqdîr bike. Ez heneka nakim. Bi rastî jî dibê meriv kurdên xwe fêrî xwendin û nivîsandina zimanê xwe kirine û berhemên hêja nivîsîne teqdîr û pîroz bike.
Ez bi xwe dikim û dixwazim bi
nivîsê jî vê teqdîr û pîrozbahiya xwe dubare bikim
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar