22 november 2021

Nimêja îniyê

Xoce Nesredîn (Melê Meşûr) li kerê xwe yê meşûr siwar bûbû û hêdî hêdî diçû. Bi rê da nasekî wî jê pirsî:

-Xoce, vî serê sibê tu wiha bi ku da diçî?

Xoce got:

-Diçim mizgeftê nimêja îniyê.

Mêrik got:

-Çawa dibe, îro sêseşem e.

Xoce got:

-Bi vî kerî ancax meriv sêşemiyê bi rê keve ji bo ku bigihîje ser nimêja îniyê.

 

Pêşniyara bûkê

Bûka bajarî cara ewil bû çûbû gund, mala xwezûrê xwe. dixwest xwesîya xwe fêrî hin tiştên nuh bike. Rojekê ji xwesîya xwe ra got:

-Dayê, çima tu ji xwe ra bisiklêtekê nakirî ? Tu yê ji xwe ra lê siwar bî û li dora gund bigerî.

Pîrê got:

-Keça min ez û bisiklêt? Perê min çêbe ezê ji xwe ra mangeyek din bikirim.

Bûkê got:

-Dayê, bisiklêtê tu yê lê siwar bî, kî te bibîne ewê matmayî bimîne. Lê tu nikanî li mangê siwar bî.

Pîrê kenîya, got:

-Lê bisiklêt nayê dotin. Heger ez bisiklêtê bidoşim xelkê nebêje çi?

 

Matmayî maye

Şêxê ereb li Parîsê li ber qûleya Eyfelê sekinîbû, dikr ax wax û serê xwe dihejand. Vê yekê bala yekî parîsî kuşand, jê pirsî:

-Tu çima serê xwe dihejînî?

Mêrikê ereb di bin çavan ra lê nêrî, got:

-Ev cara hefta ye ez têm vî bajarî, Gava ez dibînim li vir hîn jî petrol dernexistiye ez matmayî dimînim.

Kenê bi zirar

Lawikê biçûk bi girî baz da himêza diya xwe, got:

-Dayê, bavê min çakûç li tiliya xwe xist.

Diya wî destê xwe di serî da, got:

-Ê çima tu digrî?

-Ez berê kenîyam, qeherî li min xist.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE