23 november 2021

Gerek Korona êdî nikanibe bela xwe di min bide

Min derzîya Korona a sisiya jî îro li xwe xist !

Ez îro vaksîna sisiya jî bûm. Piştî derzîya sisiya dibê Korona morona êdî nikanibe bela xwe di min bide.

Ne wisa be jî ew his bi min ra heye, ev jî têra min dike.

Piştî hemşîre xanimê derzî li min xist, ez derbasî salona rûniştinê bûm. Rutîn wisa bû.

Gerek ez 15 deqa rûniştama. Di salonê da em 9-10 kes bûn, çavê her kesî li saetê bû. Ya jî li telefona xwe dinêrî.

Çavê min ji saetê bêtir li xelkê bû, 15 deqîqe ji bo her kesî wexteke pir dirêj bû, fena ku wext sekinîbe.

Xanimekê jî xwe dabû ber derî, nedihîş kes zû ra be. Kî dihat hundur kursîyek nîşan dida û digot here li wir rûne.

Wek yek li ber komek zarok be, wan îdare bike. Em xistibûn gomê û şivana me jî xwe dabû ber derî, nedihîşt berî 15 deqe biqede kes here.

Min hîle kir, çer deh deqê min qediya min hêzî ser xwe kir, min jê xatir xwest û berê xwe da derî…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE