23 november 2021

Kursîya Erdogan diheze

Dibêjin li hin taxên Anqerê û Stenbolê tirkan li hemberî hukûmetê serî hildane, gotine AKP îstîfa !
Wey ser xêrê be !
Wey mala Xwedê ava be!

Law ehmeqno, bi Xwedê heger hûn vî sextekarê diz nexînin hûnê bi parsê kevin.

Ev nîna ye, tirnîna hîn ma ye...

Heger hûn dixwazin bêtir rezîl û perîşan nebin dibê hûn vê rejîmê bixwînin.

Hûn carê dest bibin xwe kurd jî ewê alî we bikin.

Desthilanîn ferca xêrê ye, metirsin, kumê bêxîretiyê ji serê xwe deynin wek mêran dakevin kolanan...

Lê dibê kurd dîsa nebin belik, nedin pêiya tirkan. Vê carê dora tirka ye, hûn hinekî temaş bikin. Çimkî bawerî bi tirkan nayê, kanin kurdan bidin pêş û ew paş da çerx bikin.

 XXX

Miletê medenîyetê qebûl neke tu carî medenî nabe. Çimkî medenîyet tercîheke, dûzaneke, kultureke.

Medenîyet, demokrasî ne tiştekî wisa ye meriv bikanibe bi zor bi miletan bide qebûlkirin.

Miletê medenîyetê, demokrasiyê qebûl neke kes nikane bi zorê pê bide qebûlkirin.

Tirk ji medenîyetê, ji demokrasiyê nefret dikin, lema jî ne medenî dibin û ne jî demokrasiyê qebûl dikin.

Dibêjin heger em medenî bibin, heger em demokrasiyê qebûl bikin wê demê gerek em Kurdistanê û kurdan jî qebûl bikin.

Ji bo ku Kurdistanê û azadiya kurdan qebûl nekin barbariyê, irqçîtiyê, faşîzimê tercîh dikin.

Yanî medenîbûna tirkan girêdayî azadiya me û çêbûna Kurdistnê ye, heta kurd azad nebin û Kurdistan çê nebe tirk ewê tim ev tirk bin, serokên wan jî ewê tim yên wek Devlet Bahçelî û Erdogan bin.

XXX

Tirkan, kurdan, Sûriyê, Îraqê, Yekîtiya Ewrûpayê nikanîbûn Erdogan ji ser kursîya wî hema piçekî bileqandana, lê Dolarê Amerîkî wa ye baş cî lê tenk kiriye, kursîya wî dihejîne.

Dolarek bûye 11.47.

Nayê bîra min qîmeta tu pereyî di nav çend rojan da hewqasî bikeve, TL bûye wek berfa baran bi ser da bibare, dihele.

Lê li alî din tirk ne ew miletê serî hilde, hîn jî yên dibêjin tiliya dijminên me di vî îşî da heye, em teslîm nabin, emê bi nanê tisî û pîvazê îdare bikin pir in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE