24 november 2021

Ez îro rastî tolikê hatim

 

Tolik

Ev 41 sal in tolika delal bi devê min nebûye. Îro li ser mêwefiroşê taxa me xanimê got Zinar, hela bala xwe bidê ev tolika me ye!
Min bala xwe dayê rast e, eynî tolik bi xwe ye.
Min di cî da rahîşt baqekê. Min got madem tolik hatiye Swêd nabe em nekirin û nexwin.
Bîsteke din ezê biqelînim, tolika bi hêk çêkim.


Pelên toloka me hûriktir bûn, pelên vê hinekî girtir in lê ya muhîm tolik e, ev jî têra min dike.

Hêvî dikim tahma wê jî wek ya tolika me ye. Tahma wê çawa be jî ne muhîm e, ya muhîm piştî hewqas sal ez dikim tolikê bixum. 
Ya rast min tahma tolikê ji bîr kiriye, ez nizanim tahma wê çawa bû.

Min çê kir qert derket, wek qaşikê dara û bêtahm bû. Di nabêna wê û tolika me da çiya heye. Wek tolika pilastîk bû. Tolika Kurdistanê derman e, bi tahm û lezet e.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE