25 november 2021

Serokwezîrtiya wê tenê 7 saet ajaot

 

Magdalene Andersson

Do di tarîxa Swêd ya siyasî da rojeke pir dramatîk û tevlihev bû. Li Swêd cara pêşî bû jinek, Magdalena Andersson bû serokwezîr. 

Lê piştî heft saetan ji ber ku Partiya Keskan(MP) ji koalîsyonê îstîfa kir, hukûmet ket û Magdalena Anderssona heft saet berê bûbû serokwezîr îstîfa kir.

Yanî serokwezîrtiya Magdalena Andersson xanima Sosyal Demokrat tenê heft saetan ajot.

Cara pêşî ye di tarîxa Swêd da bûyereke wiha nedîtî, dramatîk diqewime. Meriv nikane bawer bike. Her kes şeqizî, kesî kaoseke wiha texmîn nedikir. Sûcdar û gunehkarê vê kaosê jî Partiya Keska(MP) ye, çimkî MPê xwe ji koalîsyonê vekişand.

Ez dibêjim di tarîxa dinyayê da jî bûyereke wiha tune ye. Yanî serokwezîrtiya tu kesî hewqasî kin neajotiye.

Sebebê kaosa do Partiya Center û Partiya Keska bû, Centerê ray neda butçeya Magdalena Andersson û bû sebebê butçeya mixalefetê were qebûlkirin.

Piştî vê, MP jî ji koalîsyonê îstîfa kir û hukûmeta Magdalena Andersson ket.

Dema koalîsyon xera bû, piranî di destê hukûmetê nema, Magdalenê Anderssona heft saet berê bûbû serokwezîr ji mecbûrî îstîfa kir.

Roja duşemiyê di meclîsê da ewê hilbijartineke nuh çê bibe û bi îhtîmaleke mezin Magdalena Andersson ewê dîsa bibe serokwezîr. Jxwe namzedekî din tune ye.

Li gorî beyanên partiyan ewê piştgiriyê bidin serokwezîrtiya Magdalena Anderssonê. Vê carê ewê ne koalîsyon, ewê hukûmeta hindikayî(mînorîtet), ya sosyal demokratan tenê ava bibe.

Usûl û qaîdeyên demokrasî wiha ye, meclîs heye, partî azad in, çi rast dibînin wiya dikin. Yanî herb çê nabe, kes bi zor dest nade ser hukim. Partî, însan bi hilbijartinan tên ser hukim û bi hilbijartinan jî dikevin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE