26 november 2021

Gundê merivên kor

Dibêjin merivekî bi çavekî hebûye, merivekî gerrok bûye. Hal û karê wî ger û seyran bûye. Xwestiye tim here bigere, derên xerîb û dinyayê bibîne.

Rojekê dîsa derketibûye rêwîtieyekê. Pir çûye, hindik çûye, rastî gundekî pir xweşik hatiye.
Mîmarîya xaniyên gund, rengên wan pir tevlihev û ecêb bûne, her yek bi hawa kî bûye.

Meraq kiriye, berê xwe daye gund. Riyên nava gund, xaniyên gund, tevegerên însanên gund ne normal, pir ecêb  bûye. Vê yekê meraqa wî zêde kiriye.

Dema baş bala xwe da gundiyan mesele fêm kiriye. Gundekî koran bû. Jin, mêr, zarok giş kor bûne, kesê bi bi çav tunebûye.

Gerokê bi çavekî biryar daye li wî gundî bijî. Ji xwe ra gotiye:
- Qet nebe çavekî min heye. Li vir him fêda min ewê bigihîje koran, him jî ezê ji xwe ra kêf bikim. Çawa nebe çavekî min heye, ezê bibim serokê wan û ji xwe ra wek mîran bijîm.

Erê gundî giş kor bûne, çavên wan nedidîtiye, lê belê hisên wan ên din pir xurt bûne. Pir baş bîn girtine, baş bihîstine, baş his kirine.

Li gora xwe sîstemek ava kiribûne, kar û barên xwe li gorî wê sîstemê meşandine.
Mêrik demekê bala xwe daye halê wan. Meşên wan, rabûn û rûniştinên wan, axaftinên wan cihê bûne, ne wek yên merivên bi çav bûne. Bîngirtin û bihîstina wan pir xurt bûye.

Rojekê korekî diziya korekî din kiriye. Ji ber ku gundiyên din giş kor bûn kesî nedîtiye, lê gerokê bi çavekî dîtiye. Qîriya ye, gotiye:
-Gundîno, filan kesî diziya filan kesî kir, bira haya we jê hebe.
Koran gotine:
-Tu li hinda wan bû, deng hat te? Te çawa bihîst?
Gerokê bi çavekî got:
-Na, ez ne li ba wan bûm.
Gotine:
-Wê demê tu çawa bi viya zanî? Tu ne li ba wan bî, tu nikanî bibihîze.
Gerokê bi çavekî gotiye:
-Min ne bihîst, min dît. Çavê min heye, ez dibînim.
Koran nizanîbûne çav çi ye, dîtin çi ye. Ji ber ku ji zû da bû giş kor bûne, çav, dîtin ji bîr kiribûne, nizanîbûn însanên dibînin hene. Hemû matmayê mane, ji mêrik ra gotine:

-Dîtin çi ye? Tu çawa dibînî? Yanî tu kanî ji dûr va, ji mesafeya nayê bihîstin jî bizanibî çi dibe, çi diqewime?
Gerokê bi çavekî gotiye:
-Helbet ez kanim bizanibim. Çimkî ez dibînim, çavên min hene.
Koran jê bawer nekirine, jê ra gotine emê te îmtihan bikin.

Mêrik birine li dereke dûr sekinandine. Çimkî bi tecrûbeyên xwe zanîbûne ji wê mesafa dûr ne mimkûn e tiştek were bihîstin. Dûra jî jê ra gotine:
-Ka bibêje em nuha çi dikin?
Gerokê bi çavekî dest pê kiriye, gotiye:
-Hûn rûdinin, hûn radibin, hûn dimeşin, hûn baz didin, filan kes, filan kes xwarinê dixun…
Yanî koran çi kirine yek bi yek, giş ji wan ra rêz kiriye. 
Dûra kor çûne ketine hundur xaniyekî, bi dengekî bilind ji mêrik ra gotine:
-Nuha jî bibêje em çi dikin?
Mêrik gotiye:
Ji ber ku hûn ketin hundur xênî, ez nabînim hûn çi dikin.
Koran gotine:
-Çi ferq dike em ketine hundur, di nabêna der û hundur da nîv mîtro ferq heye. Heger bi rastî tu dibînî dibê tu hundur xênî jî bibînî.
Mêrik gotiye:
-Di nabênê da dîwar heye, ez nabînim.
Koran gotine:
Tu derewa dikî, ya bîstek berê texmîneke tesadufî bû, mêze nuha tu nizanî em çi dikin.
Mêrik gotiye:
Derkevin derve ezê bibêjim.
Koran gotine:
-Piştî ku tu ji hewqas mesafê dibihîzî, ha der, ha hundur, ferq nake.
Mêrik gotiye:
-Ez nabihîzim, ez dibînim. Ji bo ku ez bizanibim hûn dikin dibê ez bibînim. Lema jî dibê hûn derkeven derve.
Koran gotine:
-Tiştekî wisa nabe. Di te da problemek heye. Tu tişt miştên beradayî dibêjî, tu tiştên pir ecêb dibêjî. Emê te bi hekîm bidin miayenekirin.
Û bi pêsîra mêrik girtine, bi zor birine ba hekîm. Hekîm jî wek wan yekî kor bûye. Bi destopelkê mêrik miayene kiriye, destê xwe biriye daniye ser çavê mêrik yê saxlem, yê vekirî û gotiye:
-Min dît, problem di vir da ye. Sebebê gotinên wî yên tewşo-mewşo ji vir e, ji vê qulikê ye, ezê nuha rast bikim.
Gerokê bi çavekî xwestibû li welatê koran bibe şah, berî ku hekîmê kor çavê wî yê sax derxîne, revî revî revîya ye, bi zor xwe ji destê koran xelas kiriye.
Hinek kor in diziyê, şaşiyan, neheqîyan nabînin, dixwazin her kes wek wan kor be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE