26 november 2021

Di 50 salîya trajedîya herdu Seîdan da pêşnîyarek ji malbatên Seîd Elçî, Dr. Şivan û hevalên wan ra

 

50 sal di ser bûyera trajîk, şehîdbûna Dr. Şivan, Çeko, Birûsk û Seîd Elçî ra derbas bû. Hîn jî hestiyên wan, cenezayên wan teslîmî malbatên wan nekirine.
Ev zulm e, neheqiyeke mezin e.
Gerek serok û berpirsiyarên PDKê bi merasimekê hestiyên van şehîdan teslîmî balbatên wan bikin.
Serîlêgerandin, nedan, negotina rastiyê neheqiyeke pir mezin e.Gerek êdî dawî li vê trajediya mezin were anîn. Ev jî di destê Mesûd Barzanî da ye.

Dibê partiyên hevalên Dr. Şivan û Seîd Elçî bi hev ra heyetekê çêkin û herin ji Mesûd Barzanî cenazeyên Dr. Şivan, Seîd Elçî û hevalên wan bixwazin.

Tu sebebekî maqûl, bi heq tuneye ciyên gorrên wan neyê gotin, cenazeyên wan neyên teslîmkirin. Çimkî hedîse û înfaz nayê înkarkirin. Dibêjin Dr. Şivan, Seîd Elçî û du hevalên wî kuştin, me jî bedêla wan Dr. Şivan û herdu hevalên wî înfaz kirin.
Yanî înfaz nayê înkakirin. Baş e wê demê tu sebeb tune ye cenazayên wan nedin malbatên wan. Ev 50 sal e teslîm nekirina cenazeyên wan ne rast e, zulm e.
Heger nikanin cenazeyan bidin dibê bibêjin çi bi wan kirine, cenaze li ku ne? Yê vê meselê herî baş zane birêz Mesûd Barzanî ye, ew baş zane gorrên wan li ku ne?
Dr. Mahmûd Osman jî hin tiştane lê ew jî tiştê zane tam nabêje.
Lê kilîta meselê li ba Mesûd Barzanî ye, heger ew bixwaze ew kan dawiyê li vê trajediyê bîne, ya cenazeyan teslîm bike, ya jî rastiyê, sebebê nedana wan bibêje. Çima nadin, çi bi cenazeyan kirine?
Tiştê bûye çûye, trajedî ye, kes ne li dû heyfê ye.  Nedana cenazeyan, negotina sebebê nedanê him ne rast e, nehqî ye, him jî birînî kûrtir dike. Êşa malbatan zêdetir dike. Dibê zarokên wan, malbatên wan bikanibin herin ser gorên bavên xwe.
Gava berpirsiyarên Tirkiyê ciyên gorrên Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Dr. Fûad, Seyid Riza, Seîdê Kurdî û gelek kesên nadin em tirkan rexne dikin, dibêjin ev zulm e, hestiyên bav û kalên me bidin me, ev mafekî me yê însanî ye.
Zulm û neheqiya tirk li me dikin, dibê em li hev nekin. Tiştê kurd, partiyên kurdî ji dijminê xwe, ji berpirsiyarên Tirkiyê dixwazin dibê ji Mesûd Barzanî û berpirsiyarên PDKê jî bixwazin.
Heger tiştekî em nizanin neanîne serê cenazeyan dibê hestiyên wan teslîmî malbatên wan bikin. Tu sebebekî maqûl, bi heq yên nedana cenazeyan tune ye.
Pêşniyara min ji malbat û hevalên Seîd Elçî û Dr. Şivan ra ev e:
Dibê bi hev ra heyetekê çêkin û herin ba Mesûd Barzanî û daxwaza cenazeyên Dr. Şivan, Seîd Elçî û hevalên wan bikin. Piştî 50 sal dibê dawî li vê trajediyê were, ser vê birînê were girtin.

Di 50 saliya vê trajediyê da Dr. Şivan, Çeko, Burûsk û Seîd Elçî bi hezkirineke kûr û bi hurmeteke mezin bibîr tînim.
Ew nemir in, ewê tim di dilê me da bijîn !

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE