27 november 2021

Tiştên entîke

Du jinên navsale sohbet dikirin. Yekê ji ya din ra got:

-Keçê tu zanî, mêrê min yekî pir ecêb e, sal çiqas derbas dibin bêtir ji min hez dike.

Hevala wê got:

-Normal e hekê, sinetê mêrê te entîkacîtî ye, camêr qedir û qîmeta tiştê kevn û entîke zane.

 

Bavê min e

Mamoste di dersa dîn da qala her çar xelîfeyên Îslamê kir û dûra Zerûgê pirsî:

-Rabe bibêje Elî kî ye?

Zerûgê hêzî ser xwe kir û got:

-Elî Bavê min e.

 

Fîl

Zîna biçûk û kalikê xwe tenê li mal bûn. Piştî bîstekê Zînê aciz bû, ji kalikê xwe ra got:

-Kalo, were ez û tu lîstika fîl û xelkê bilizîn.

Kalikê wê got:

-Ew çi lîstike e ?

Zînê got:

-Ezê bibim fîl, tu yê jî bibî xelk û şekir bidî min.

 

Nizanîbûye

Dizê erebê(otomobîlê)hat girtin, pûlisan birin qereqolê. Qumsêr jê pirsî:

-Lawo ma tu fedî nakî, çima te ereba xelkê dizî ye?

Diz got:

-Min nedizî ye qumsêr beg, erebe li ber goristanê vik û vala sekinîbû. Min got qey xwediyê wê miriye, erebe bêxwedî ye.

 

Pêşniyar

Li bajarekî Tirkiyê ji bo hilbijartinan nav dihatin nivîsin, lîste dihat çêdikirin. Yekî got:

-Dibê hûn navê Satilmiş beg ji bîr nekin.

Yê nav dinivîsand îtîraz kir, got:

-Satilmiş beg ehmeqekî totikvala ye, ne yê vî karî ye.

Xwediyê pêşniyarê got:

-Li welatê me ehmeq pir in. Mafê wan jî heye di meclîsê da ew jî werin temsîlkirin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE