27 november 2021

Bi şevbêrkên wiha bîna meriv fire dibe

Sipas ji bo hevalên PAKê, do êvarî em çend heval, nas û dost anîn ba hev. 
Bi xêra vê însîyatîfa wan me bi hev ra çend saetên xweş bihurand, şevbêrkeka me bîriyê kiribû derbas kir.
Xaniman û camêran haziriyeke baş kiribûn. Hin xwarinên sivik û sihî hazir kiribûn. Helbet şeraba sor û sipî jî ji bîr nekiribûn. Me him zikê xwe têr kir, him jî serê xwe xweş kir.
Yanî her kes memnûn vegerîya mala xwe.

Saet di 18.00a da civîna hevalên me yên PAKê heye. Ez haziriya xwe dikim, bîstek din ezê bi rê kevim.
Riya min dûr e, ereba min tune ye, dibê ez hinekî zû bi rê kevim. Siwarê hespê xelkê tim peya ye, ez jî tim rêwiyê tirên û otoboza me.

Di şevreşê da çûn û hatina li van deran jî talûke ye, çete pir in, ji bo telefonekê meriv dişêlînin, kêr dikin.

XXX

Bi xêra Keya Îzol ez bi saxî selametî gihîştim malika xwe. Mala Keya ava be, ez anîm li ber deriyê min danîm.

Şeveke pir xweş bû, min gelek heval dîtin, bi hinekan ra sohbeteke xweş kir. Me ji zû da bû hev nedîtibû, me bîriya hev kiribû.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE