27 november 2021

Pîvaz çi sor, çi sipî ferq nake...

Hin kes ji bo ku dilê qismekî tirkan ji xwe nehêlin û dijminên xwe zêde nekin, di mesela kurd û Kurdistanê da tim dawdişînin kemalîstan, tim davêjin ji kemalîstan da û wan rexne dikin, xerabiyên wan, zulma li kurdan kirine li pey hev rêz dikin.

Fena ku yên ne kemalîst in baş in, ji kemalîstan gelkî çêtir in. Ev fikreke şaş e, tirk çi kemalîst, çi antî-kemalîst di mesela kurd û Kurdisranê da giş wek hev difikrin, giş tûranciyên ji hev xerabtir in.

Îdeolojîyên wan, bawerîyên wan, terîqet û partîyên wan cihêbin jî, di hin waran da fikrên wan li dijî hev bin jî di mesela kurd û Kurdistanê da hemû PANTIRKîST in û NEYARêN KURDAN in.
Etîketên sinifî, siyasî, nasnameyên dînî, îdeolojîk, mezhebî, fikrî ji bo tirkan ne  tiştên esasî ne, tenê nav in.

Nuxteyeke tirkan a mişterek heye; kemalîst, antî-kemalîst, îslamîst, faşîst, sosyal demokrat, lîbelar, mihafezekar û nizanim çi û çi, hemû pantirkîst in, hemû dijminê miletê kurd in. Dibê em viya ji bîr nekin, îdîayên eksî vê xîlafî heqîqet in.

Lema jî gav û saetê hildana navê kemalîstan ne rast e, ya rast dibê meriv bibêje tirkçî, pantirkîst, irqçî.

Gava hûn kemalîstan dikin hedef û xerabiyên wan li dû hev rêz dikin, fena ku îslamîst, sosyal demokrat ne kemalîst bin, yanî ne pantirkîst û ne irqçî bin. Navê mişterek ê gişan pantirkîzim e.

Kemalîzim tirkçîtî ye, pantirkîzim e, neyartiya miletê kurd e, înkara Kurdistanê ye.
Ma îslamîst û sosyal demokrat û lîberal û mihafezekarên tirk ne eynî tişt in, eynî tiştî nakin?
Ma çi tiştê hêzên îslamî, sosyal demokrat û antî-kemalîêstan ji kemalîstan baştir e ?
Hela xêra xwe ji min ra yekê tenê bibêjin !
Tiştekî wiha tuneye, hin ferd ne tê da tirk hemû kemalîst in yanî tûrancî, pantirkîst in, neyarên kurd û Kurditanê ne.
Dev ji tasnîfa sûnî, bêbingeh berdin, pîvaz çi sor çi sipî ferq nake, pîvaz pîvaz e. Tirk çi kemalîst, çi îslamîst, çi antî-kemalîst hemû jî eynî jahr in.

XXX

Ev çend roj in dîsa zor dane girtin û terorîzekirina kurdan

Vê sibehê li Semsûrê, li Qoserê û li hin bajarên din pûlisan wek gurên devbixwîn dîsa girtine ser gelek malan û gelek kes girtine.

Ji berçîna, ji ber kirîza aborî gurrî bûne bela xwe di kurdan didin. Xwedê bela we bide we!

Zulmeke mezin e, har bûne û bi kurdan ketine...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE