16 november 2021

Gerek meriv qatilên bav û kalên xwe ji bîr neke

Heger piçek xîret û heysîyet bi meriv ra hebe meriv qatilên bav û kalên xwe, qatilên bi hezaran pêşiyên xwe ji bîr nake, nabe hevalê wan, di tu warî da piştgiriyê nade wan.

Xortekî bi navê Denîz Ozer gotiye, "Bavê xwe ji bîr bikin lê kujerê bavê xwe ji bîr nekin!"

Temî û şîreteke di cî da û rast e. Dibê meriv qatilên bavê xwe ji bîr neke.

Heger kurdan qatilên Xalid Begê Cibrî, Bavê Tûjo, Şêx Seîd, Seyid Riza û bi hezaran kurdên din ji bîr nekirana hewqasî nedibûn heval û dostên tirkan, ew û tirk hewaqasî di hev nedigerîyan û zimanê tirkî nedikirin zimanê zarokên xwe.

Heger kurdan qatilên bav û kalên xwe, qetlîamên wan ji bîr nekirana kurdên başûr bi hezaran li Tirkiyê xanî nedikirîn û nedibûn hemwelatiyên Tirkiyê.

Seyid Riza û hemû şehîdên Kurdistanê bi hurmet bibîr tînim.

XXX

Twîtterê gotiye me kontoya te girtiye. Xwedê giravî min "sûcekî" li dijî prensîbên wan kiriye. Lê negotine min çi "sûc" kiriye?

Hewqas sal in ez twîtterê bi kar tînim ev cara pêşî ye tiştekî wiha tê serê min. Li vir jî azadî nemaye. Kontoya meriv digrin bêyî ku meriv bizane ji bo çi ye?

Ev 9 sal in ez twîtterê bi kar tînim tu carî tiştekî wiha nehatiye serê min. Ez nizanim mesele çi ye û kontoya min ewê heta kînga girtî be?

Wey mala Xwedê ava be, Twîtter wa ye li min hatiye rahmê û kontoya min vekiriye. Mala wan ava be, venekirina min çi bikira ?
Qet tiştek jî ji destê min nedihat, minê tenê carê, du caran gazin bikira û hew.
Vana darên qalind in destê meriv lê nayê hev.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE