16 november 2021

Ma we zanîbû bi hezaran kurdên başûr bûne hemwelatiyên Tirkiyê ?

Do di malpera Rûdawê da xebereke pir ecêb û pir balkêş hebû, kesî qet tiştek li ser negot. Piştî min xwend ez şok bûm !

Rûdawê îstatîstîkên ankêta xerîbên(biyaniyên) li Tirkiyê herî zêde xanîyan dikirin û herî zêde dibin hemwelatiyên Tirkiyê belav kiriye.
Li gorî îstatîstîkên dewletê yên resmî((TUIKê))li Tirkiyê di meha cotmehê(meha 10a)da 5 hezar 893 xanî xerîban, kesên ne hemwelatiyên Tirkiyê kirîne.
Di nav wan da herî zêde îranîyan û piştî îranîyan jî kurdên Kurdistana Başûr kirîne.

Îranî di meha cotmehê da bi kirîna 1265 xanîyan bûne yekem, kurdên başûr jî bi kirîna 926 xanîyan bûne yên duda.

Yanî di nav biyaniyên(xerîbên)li Tirkiyê xanî kirîne îranê di rêza yekê da ne û kurdên Herêma Kurdistanê jî di rêza dudan da ne.

Lê kurdên Kurdistana Başûr ne di kirîna xaniyan te nê da di rêza dudan da ne, di hemwelatîbûna Tirkiyê da jî piştî îraniyan dîsa di rêza dudan da ne.
Ev sikandaleke pir mezin e!
Ev cara pêşî ye ez dibihîzim kurdên başûr dibin hemwelatiyên Tirkiyê.

Heger di mehekê da nêzî hezar xanîyî kirîbin, di salekê da dike 12 hezar xanî. Kî zane belkî jî hetanî nuha bi dehhezaran kirîbin û bûbin hemwelatiyê Tirkiyê. Dibê rojnamevanek vê meselê bikole, gelo çend hezar kurdên başûr bûne hemwelatiyên Tirkiyê?

Ez ditirsim reqem pir mezintir be, bi sedhezaran be û dixwazin bi vî hawî Kurdistana başûr bi Tirkiyê ve girê bidin. Ev ne bûyereke normal e, di binê viya da pilanek heye.

Kurdê/kurda piçek ruhê kurdayetiyê pê ra hebe, çawa dihere dibe hemwelatiyê Tirkiyê û dixwaze bi tirkan ra bijî ez fêm nakim !
Vê xebera Rûdawê ne tenê ez pir xemgîn kirim, ez şok jî kirim!

Diyar e em kurdên bakur pir saf in, me hevûdu nas nekiriye.

Kesên em wan wek dagirkerên welatê xwe dibînin, gelek kurdên başûr wan dagirker û dijmin nabînin û amedene dev ji kurdbûna xwe berdin bû bibin tirk.

Ez bi xwe vê hilbijartina kurdên başûr, ya van kesan wiha fêm dikim.

Li Tirkiyê li gorî qanûnan biyaniyê(xerîbê)bi 250 hezar dolarî xanîyekî ya jî erdekî bikira mafê hemwalîtîbûna Tirkiyê bi dest dixe, yanî heger bixwaze kane bibe hemwelatiyê Tirkiyê û pasaport û nasnameya tirk bigire.

Li gorî Rûdawê nivîsîye, bi riya kirîna xaniyan herî zêde îranî dibin hemwelatiyên Tirkiyê û piştî îraniyan jî dîsa kurdên Herêma Kurdista dibin.

Yanî him di kirîna xaniyan da, him jî di hemwelatîbûna Tirkiyê da kurdên Herêma Kurdistanê piştî îraniyan di rêza dudan da ne.
Rûdawê negotiye kurdên başûr herî zêde li ku xanî kirî ne? Lê bi texmîna min ewê li bajarên Tirkiyê û peravên bahrê be, yanî ewê ne li Wanê, li Colemêrgê, li Mêrdînê û Diyarbekrê û Rihayê be. Jixwe wek turîst jî diçik Tirkiyê, Antalyayê, Bodeumê, herêma Derya Reş.

Bi vê xeberê ez şok bûm.

Min zanîbû hin kurdên başûr li Tirkiyê havîngeh kirîne û gelek jî wek turîst, ji bo gerr û seyranê diçin Tirkiyê, lê min nizanîbû di mehekê da nêzî hezar xanî kirî ne û bi hezaran bûne hemwelatiyên Tirkiyê.

Ji Kurdistana Başûr kurdê li Tirkiyê xênî bikire û bibe hemwelatiyê Tirkiyê, ew ji Tirkiyê û tirkan hez dike, Tirkiyê dagirker nabîne û biryara xwe daye bibe tirk.

Em dagirkeriya Tirkiyê ya bakur û rojavayê Kurdistanê bidin aliyekî. Em ferz bikin ku kurdên başûr îşê xwe ji vê yekê naynin. Lê tirk bi qasî neyarên kurdên bakur û rojava ne, neyarên kurdên başûr in jî.

Ma di referandûma serxwebûnê û Kerkûkê da da çi anîn serê kurdên başûr?

Tirkiyê beşekî Kurdistana başûr jî dagir kiriye, li başûr jî eynî terorê dimeşîne.

Her roj herêmeke Kurdistana başûr bombebaran dikin, ji ber bombebaranên balafirên Tirkiyê bi sedan gundên başûr hatine valakirin.

Ya din, miletê tirk jî kurdan nefret dikin, di her fersendê da êrîşî wan dikin, wan lînc dikin. Kurdên başûr li Tirkiyê nikanin azad bijîn, dibê nasnameya xwe veşêrin, nebêjin ew kurd in, tu carî semboleke kurdî bi xwe ve nekin. Kurdên başûr vê yekê baş zanin.

Li hemberî vê realîtê yên dîsa jî li Tirkiyê xaniyan bikirin û bibin hemwelatiyên Tirkiyê; yek, ew Tirkiyê wek welatekî dagirker nabînin. Ew ji tirkan û Tirkiyê hez dikin û dixwazin bibin tirk. Ne wisa be nabin hemwelatiyên Tirkiyê.

Wek kurdekî başûr bi kîjan aqilî, bi kîjan ûjdanî, li gorî kîjan exlaqî meriv kane bibe hemwelatiyê Tirkiyê?

Kurdê ji Herêma Kurdistanê here bibe hemwelatiyê Tirkiyê, ew ji kurdayetiyê, ji xîretê şuştî muştî ye, biryar daye bibe xulam û koleyê tirkan.

Ew koletiya tirkan, xulamtiya tirkan ji azadîya Kurdistana Federe baştir dibîne, lema vê jiyana bindestiya tirkan, xulamtiya tirkan tercîh dike. Ji bo ku li Tirkiyê bijî amade ye her bêşexsîyetiyê, her xulamtiya tirkan qebûl bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE