15 november 2021

Bi van kirinên xwe hûn xwe pîstir dikin

Seyid Riza

Hêzên dewleta dagirker nehîştine li Dêrsimê xelk Seyid Riza bibîr bîne.

Seyid Riza rêber û mezinekî miletê kurd e. Hûn çi bikin jî miletê kurd vî rêberê xwe yê mezin ji bîr nake.

Bi qedexekirinê kurd dev ji doza xwe ya azadî û serxwebûnê bernadin.
Barbarîya we, we biçûktir û pîstir dike.

Seyid Rizayê û hemû şehîdên Kurdistanê bi hurmet bibîr tînim.

XXX

Cîgirê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê Bayram Bozyel û 18 kesên hefteyek berê hatibûn girtin îro li Diyarbekrê hatine tewqîfkirin.

Gava dewlet tiroviro be mahkima wê jî bêguman ewê wek wê tiroviro be.

Tiştê tirk îro li hemberî me kurdan dikin çavbirîn û zorbatî ye, bîna wan ji kîjan kurdî teng dibe êsîr digrin û dixin zindanê.

Dibêjin li ser îtîraza abûqatan, Bayran Bozyel berdane. Lê qala berdana kesên nehatiye kirin. Bi îhtîmaleke mezin ew bernadane, Bayram Bozyel tenê berdane.
Dewleteke tirovoro ye, mahkime bi emir biryarê digre û bi emir jî berdide.

 

XXX

Hebû tune bû yek(nuxseyek)îro gihîşt destê min. Mala Bawer Berşev ava be, ji bo ku bi rê da seqet nebe camêr çar qatan baş pêça bû.

Lê pakêta (15 hebên para min) ev 15-20 roj in hatiye şandin hîn nehatiye. Hêvî dikim tirk tiştekî neynin serî, kitêb bi silametî bigihîjin destê min.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE