15 november 2021

Bi swêdî navê vê çûka kurdî ye

 


Lawikê min Azad navê vê beytikê/çûkê ji min pirsî ye. Cinsekî beytikê ye lê ez nizanim bi kurmancî navê wê çi ye. Bi swêdî jê ra dibêjin:

-Kurdstenskvätta (Oenanthe xanthoprymna)
Tiştê balkêş navê kurdî lê kirine, gava meriv tercume bike dibe "çûka kurdî ya zinara, ya kevira." 

Ez bi xwe nizanim ev çi çûk e, kurdan çi nav lê kirine? Kî zane bi kurdî navê wê çi ye?

Reşat Ozkan: bi almanî jê re dibejin „Rotschwänzchen“(Tirîsor)

Zinarê Xamo: bi swêdî dibêjin trastar. Lê navê vê bi swêdî çûka kurdî ye.

Osman Îzgor: Çikçiko...sêwrek berferatî em dibêjin.

Xurşîd Kaplan: Hey ne tîtî ye, ez pișt rastim

Wedat Urtekîn: Ez ne şaş bim navê bûka mişk e

Serxwebûn Hesen: Em li Efrînê jêre dibêjin çikçiko yê reşik ji berku yê gewr heye û ji wî mezintire.

Ahmet Oztekin: Gava piçûk bûm min navê hemû rawirên herêmê zanibû.
Niha pir wext bi ser de derbas bû ye, min zahfan ji bîr kiriye. Ger hêlîna xwe di erdê de çêdike û hêkên wê keskeşîn bin, ev "gabelek" e. Min baş tê dernexist.
Gava çivîkek li hewa bifiriya jî min texmîn dikir hêlîna wê/wî li ku ye û wê çi çaxî here bilîse.
Kîjan çûk salê çend çar têjik û her carekî çend hêka derdixe min zanibû.Min ji wan pir jî hesdikir.
Min dixwest bibûma ornîtolog (zanistiya çûkan), lê qismetê me di parêzeriyê de bû.

Fîkret Ertek: Ev ne beytik e. Beytik-çûçikê mala bi Tirkî serçe bi eslê xwe cûreyekî ji famîla ‘îspînozan’ e.

Zinarê Xamo: Xortê hêja, gelek sipas ji bo te dîtin û fikrê te. Kurmancîya te baş e, tiştê te bi kurmancî gotiye têrê dike. Li Qerejdaxê çikçiko, pitpitok, tîtî û berraşe hebû. Belkî ji wan yek be. Rica min ji te qismê tirkî rake, ez tirkî tu carî qebûl nakim. Li vir tirkî "yasaxtir" !!!

Fîkret Ertek: Pitpitok an pit an boqsor cûreyekî bilbilan e. Berraşe û tîtî ji heman familayê ne. Kumikê tîtî heye. Li hin deveran jê re dibêjin kullo an pînês jî. Navê wan ê bi Tirkî bo xatirê te nanivîsim lê yên Latînï dizanim; îca bawerkim mesele çareser bû û ez spas dikim.

Zinarê Xamo: Tu bi latînî çi dinivîse, çiqasî dinivîse tu serbest î, lê tirkî "verboten" !

Fîkret Ertek: Bibore min nîv Tirkî nivîsîye lê bawer kim mesele fêm dibe?

Zinarê Xamo: Xortê hêja, gelek sipas ji bo te dîtin û fikrê te. Kurmancîya te baş e, tiştê te bi kurmancî gotiye têrê dike. Li Qerejdaxê çikçiko, pitpitok, tîtî û berraşe hebû. Belkî ji wan yek be. Rica min ji te qismê tirkî rake, ez tirkî tu carî qebûl nakim. Li vir tirkî "yasaxtir" !!!

Zinarê Xamo: Wer xuya ye tu alimê çûka yî, tu ornîtolog î. Pir memnûn bûm.

Tu ji kîjan bajarî yî ? Hêvî dikim tu hemşeriyê min î...

Fîkret Ertek: Ez ji Diyarbekirê me, ji deştê lê di hukmê Qerejdaxê de. Ez ne zanistê çûçikan im lê di zemanekî berê de min navê yên li wê herêmê berhev kiribû. Ez bi eslê xwe gundî me û wexta zarok bûm min hêlînên wan peyda dikir heta ku çêlikên xwe bifirê bixistaya tim jê hayedar bûm.

Remzî Kerîm: Zinarê Xamo li hin dera navê vî çivikî çilferşik e. Li ser ferşikan datîne.

Zinarê Xamo: Sipas. Me ji çivìkeké ra digot çùka zinara. Ev e, ne ev e ez nizanim.

Remzî Kerîm: nizanim, lê ev çivîk zêdetir li ser ferşên (kevirên pan) nêzîkî çem, rûbar û kanîyan datîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE