15 november 2021

Li Swêd pûlis ne pê ra be ambulans naçe taxên xerîban

 


Do danê esir li kuça me dengê qereperakê hat. Lawkê me got pûlis û ambûlans e.
Ez derketim derve. Min bala xwe dayê ambulans û du erebên pûlisan li kêlek mala me sekinîne.
Xortek ji kuça me bi lez berbî ambulansê diçû. Gava gihîşt ber mala me, min ji xort pirsî, min got xorto:
-Xêr e, çi mesele ye?

Xort got:
-Zarok dike ji xweha min ra çê bibe, dikin bibin nexweşxanê.

Lê hebûna du erebên pûlisan ez matmayî hîştim. Min ev yek ji lawikê xwe pirsî. Min got şer mer tune, ambulans dike jinikeka bihalkî bibe nexweşxanê. Lê çima pûlis bi ambûlansê ra hatine?

Lêwik ji min ra got:
- Bavo, vira Alby ye, ambûlans bi tenê newêre were vir, dibê pûlis ambûlansê biparêzin.

Lê ev yek ne li taxa me tenê wiha ye, hema hema li hemû herêm û taxên xerîban wiha ye, xortên xerîban, piranî jî afrîqî û misilman in, ambulansan kevir dikin, li personalên ambulansan dixin. Ji ber wê jî ambulans bêyî parastina pûlisan naçe taxên xerîban.
Nexweş li ber mirinê be jî heger pûlis ne pê ra be ambûlans naçe getoyên xerîban.

Erê, Swêd ketiye vî halî. Li paytexta Swêd li Stockholmê, ambulans bêyî refaqeta pûlisan newêre here taxên xerîban. Ji ber ku zarok û xortên xerîban (xortên afrîqî, misilman) ambulansê kevir dikin, li personalên ambulansê dixin.

Carnnan otobozan jî kevir dikin. Texsî jî rêwîyan nabin taxên xerîban, heger bibin jî pir biha dibin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE