14 november 2021

Xezîneyên seyah û mîsyonerên ewrûpî ji me ra hîştine

 


Mîsyoner û seyahên ewrûpî û emerîkî di ger û seyahetên xwe yên Kurdistanê da gelek tişt top kirine, gelek risim, grawur, nivîs, rapor, name û bîranînên pir hêja li dû xwe hîştine.

Bi xêra van risim, grawur, bîranîn, meqale, nivîs, name û raporên ji dewletên xwe ra nivîsîne em gelek urf û adetên gelê xwe, gelek zanînên tarîxî, sosyolojîk, etnolojîk fêr dibin.

Kurdan berê kincên çawa li xwe dikirin, li kîjan herêmê kincên mêr û jinan, kincên kesên ne kurd, ne misliman çawa bûn, giş risim kirine.
Mêrdîn 1700


Yanî tiştên gerok û mîsyonerên ewrûpî li ser welatê me, li ser miletê me, li ser urf, adet û folklora me li pey xwe hîştine ji bo me xezîneyeke pir mezin e.

Ne kurdan, ne tirkan, ne jî ereban li ser welatê me û kurdan xezîneyeke hewqasî mezin ji me ra nehîştine. Xwedê kir ku seyah û mîsyonerên ewrûpî di sedsala 16, 17, 18, 19a da çûne Kurdistanê û hewqas tiştên hêja dîtine, top kirine, arşîv kirine.

Nuha em kanin ji wan belge, dokument, rapor, name, risim û grawuran fêdê bigirin, di heqê tarîxa xwe da, di heqê folklor û jiyana gelê xwe da bibin xwedî zanîn û dokument, belge.


Riha 1800

Baran Zeydanlioglu di vî warî da xebeteke pir hêja dike, ji vê xezîneya seyah û mîsyonerên ewrûpî her roj hin numûneyên hêja belav dike. Ji van xebatên xwe hin tiştî wek kitêb çap kirine.


Yên ji tarîxê hez dikin kanin di medyaya sosyal da wî taqîb bikin; li ser kurd û Kurdistanê gelek tiştên giranbiha belav dike.
Ez wî pîroz dikim, hêvî dikim yên wek wî pir bibin.


Kela Wanê 1874

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE