Li gorî ankêtekê li Tirkiyê ji %83ê ciwanan ji aborîya malbatên xwe bi fikar in û hêviya wan koçkirina derveyî welêt e.
Yanî tirk jî êdî ketine rewşa afrîqiyan, ji sedî nêzî 90ê wan ji birçîna û ji ber bêkariyê dixwazin ji Tirkiyê birevin, xwe bavêjin dexl û bextê ewrûpiyan.
Dawiya şerê kurdan ev e, neyartiya kurdan, şerê bi kurdan
ra, dagirkirina welatê kurdan ew jî rezîl û perîşan kirine, bi parsê ketine,
çavê ji sedî 83ê xortên wan li revê û parsekiya ber derîyên ewrûpiyan e.
Tirk misteheqî rewşeke ji viya jî xerabtir in, dibê giş ji
nêza bi erdê ve bizeliqin, dibê ava sarînca û nanê cehîn jî bi destê wan neke,
pel û pincar jî tunebe lê biçêrin.
Carnan merivek tenê kane dinyayê li milyonan, li çend
welatan bike zindan, bi sedhezaran însanî bide kuştin, welatan wêran bike.
Çima bi milyonan însan newêrin li hemberî zalimekî, dînekî
rabin, çima nikanin dîktatorekî, psîkopatekî, dînekî ji ortê rakin û ji tirs û
xofê, ji malwêraniyê xelas bibin?
XXX
Hin tirkên barbar, ji însanîyetê bêpar li Parîsê gorra Ahmed
Kaya tahrîb kirine û li ser ”Tirkiye” nivîsîne.
Însan çawa kane hewqasî barbar û namerd bibe meriv fêm nake.
Dijminatî jî şeref û exlaqekî wê heye, dijminatî ne namerdî ye.
Lê xeta xwar ji gayê pîr e, vê barbariyê û namerdiyê ji mezinên xwe fêr bûne.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar