13 november 2021

Hetanî Erdogan li ser hukim be ji Ewrûpayê ra rehetî ne mimkûn e !

Bi bûyerên li ser sînorê Belarûsê û Polonyayê rû didin careke din derket ortê Tirkiye ne tenê ji cîranên xwe ra, ji Ewrûpayê ra jî talûkeyeke pir mezin e.

Heger tirk basko nebin tu carî rehet nasekinin û ewê bibin sebebê şerekî mezin.

Bi bertîlkirinê, bi dana xûgiyê Erdogan dev ji pîşikên xwe yên xerab bernade, tew di tahmije, diazire, bêtir stûr û çavsorî dibe....

Yekîtiya Ewrûpayê çiqasî bidinê jî rehet nasekine, piştî demekê ewê gelşeke din derxe û hinek pereyên din bixwaze. Çimkî carê tahmijî ye, ji zorê û zirzopiyê kara xwe dîtiye.

Gerek ewrûpiyan ji destpêkê xûg nedanê, ew netahmijandina. Nuha bûye wek gurekî devbixwîn, bêyî zorê, ço û devê tivinga mor tu tiştekî din, tu riyeke din nikane wî bisekinîne.

Tirk, Îran û hêzên îslamî bi destê koçberan dixwazin bi darê zorê sînorên dewletên Ewrûpayê ji ortê rakin û ji Afrîka û Asyayê bi milyonan bînin Ewrûpayê û bibin sebebê kaoseke mezin, belkî jî şerê cîhanê yê sisiya.

Tirkiyê şerê Sûriyê derxist û bû sebebê vê trajediya mezin. Ji bo ku tirk naxwazin li Sûriyê şer naqede. Dixwazin bi hawî Sûriyê û Kurdistana rojava hêdî, hêdî dagir bikin.

Tirkiyê Daîş anî Sûriyê, xwedî kir. El Bexdadî li ba xwe veşart, hîn jî di bin ra destegê didin Daîşê. Serok û giregirên Daîşê hemû li Tirkiyê ne.

Tirkiyê şerê azerîyan û ermenîyan derxist, ne piştgiriya Tirkiyê bûya azerîyan êrîş nedikir.
Tirkiyê beşekî Sûriye, Îraqê û Kurdistana rojava û başûr dagir kiriye û jê dernakeve.
Tirkiye nahêle li hev werin, dixwazin wira jî bikin Sûriye.

Tirkiyê ji Afrîkayê, ji Pakîstanê, ji Afganîstanê, ji Bengalê û ji gelek welatên din bi milyanan însan li Tirkiyê top kirine û bi wan ji alîkî da ji Yekîtiya Ewrûpayê xûgê digre, ji alîkî din da jî her roj ji vir û ji wir bi sedan, bi hezaran dişînin Ewrûpayê.

Yanî heger ewrûpî dixwazin li ser sînorên wan bi milyonan însan kom nebin, dibê Erdogan basko bikin, tiştekî bînin serê wî, wî zeîf bikin.

Heta Erdogan li ser hukim be dawî li gelşa koçberên ser sînoran nayê. Yekîtiya Ewrûpa 10 milyonî bigre, meheke din ewê 10 milyonê din were, ewê sed milyonê din were.

Yanî  bi qebûlkirina koçberan ev mesele tu carî hel nabe, belovacî wê teşwîq dike, dibe sebebê milyonên din jî were.
Çimkî gava însan bibînin zor pere dike ewê werin. Li Afrîqa û Asyayê bi sed milyonan însan birçî ne, bi erdê ve zeliqî ne, ne hezar û du hezar, bi milyonan ewê berên xwe bidin Ewrûpayê.

Heger ewrûpî dixwazin rê ber vê felaketa mezin bigrin yek, dibê çareyekê ji Erdogan ra bibînin. Û ya din jî dibê li hemberî zextan sînorên xwe venekin. Heger yên li ser sînorên Polonyayê bigrin, çend rojên din ewê sed qatê wan werin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE