13 november 2021

Peyva rast

Keşe hinekî nerehet bû, çû ser tuxtor. Tuxtor ew baş miayene kir û dûra jê pirsî:

-Di xew da tu qet dipeyive?

Keşe hinekî da bîra xwe, got:

-Na, ez di xew da napeyivim. Lê belê carnan li dêrê dema hinek radikevin ez dipeyivim.

Rewş

Bijîşk çend meh bûn miayenexana xwe vekiribû. Rojekê nasekî wî jê pirsî, got:

-Karê te çawa ye? Hêvî dikim baş diçe.

Bijîşk bi rûkenî got:

-Şikir baş diçe. Êdî carnan ji nexweşan ra dibêjim hûn rehet bûne, tedawîyê diqedînim.

 

Nexweşîya herî xerab

Hevalên tuxtor jê pirsîn:

-Tuxtor, bi ya te nexweşîya herî xerab kîjan e?

Tuxtor got:

-Nexweşîya dil.

Gotin çima ?

Got:

-Çimkî nexweş hewqasî zû dibe, em pê ra nagînin perê vîzîtê(miayenê) jê bistînin.


 Du serxweş

Du serxweş ji meyxanê rabûn, li ereba xwe siwar bûn û ketin ser riya bajêr. Yê erebe dajot ji yê din pirsî:

-Ma em gihîştin bajêr?

-Erê, em gihîştine nêzî bajêr.

-Te çawa fêm kir?

-Ji ber ku însan ji ber me vir da û wê da direvin.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE