13 november 2021

Qerekter zêrê zer e

Qerekter(şexsîyet)ji bo însên xusûsîyet û xisletekî pir muhîm e. Di demên xerab da jihevgerandina însanên xwedî şexsîyet û yên bêşexsîyet pir muhîm e. Çimkî di demên zor û zahmet da şelaf, merivên bêşexsîyet zêde dibin.

Gava şexsîyet zeîf be însan bibe çi jî vala ye. Xwezî bi dilê wî mêrî, wê jinê qerekterê xwe(şexsîyeta xwe) di ser kursî û meqamê xwe ra, di ser her tiştî ra digire, nabe dost û hevalê dijmin.

Merivê bi şexsîyet ne milyaket e, ne hezkiriyê her kesî ye. Kesên fêlbaz bi her kesî ra dibin dost û heval, xwe bi her kesî şîrîn dikin.

Merivê xwedî şexsîyet dostê wî jî hene, dijminên wî jî hene. Heywanê baş bi qabîlîyeta bedena xwe, merivê baş jî bi saxlemî û mezinahiya şexsîyeta xwe, xwe nîşan dide.

Min çend aforîzmayên li ser qerekter(şexsîyetê) wergerandin kurmancî. Hêvî dikim bi dilê we be.

-Heger qerekter(şexsîyet)dar e, şan û şerf jî fena sîya wê darê ne, her  tim li sîyê difikirin, lê ya rast dar bi xwe ye.

Abraham Lîncoln

-Tiştê îtîbarê dide însanekî, xebat û qerekterê saxlem e.

Albert Camûs  

-Qerekterê zeîf ne guneheke,  lê belê însên dibe gunehkariyê.


-Tiştê merivê bi şeref bi ser da diricife şexsîyeta wî ye, ji bo merivê laletayin jî meqam û mewqî ye.

Confucîus

-Her tevgera tiştekî li şexsîyeta we zêde neke, miheqeq ji şexsîyeta we tiştekî kêm dike.

Dale Carnegîe

-Sermîyanê herî mezin yê merivekî ne serweteke mezin e, qerekterekî mikemel e.

Edward Young


-Yên ji dêlva zengîniyê, perwerdeyeke baş û qerekter didin nifşên xwe tiştê herî baş dikin. Ev ji pera bêtir umir dike.

Lao Tzu

-Aqil dişibe şûrekî her du devên wî tûj, qerekter(şexsîyet) doxa wî ye, dox tunebe qîmeta wî namîne.

U. Bodenstedt

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE