12 november 2021

Miayene

Jinik û keça xwe ya pir bedew bi hev ra çûn ser bijîşk/tuxtor. Bijîşk ji keçikê ra got:

-Ji kerema xwe kincên xwe ji xwe bike!

Diya keçikê mizicî,  got:

-Ya nexweş ez im, ne ew e.

Bijîşk got:

-Ê wê demê zimanê xwe derxe û bibêje a, a, a...

 

Hewcedarî

Lêwik dîyariya roja bûyina xwe ansîklopedîya AnaBrîtannîca ji bavê xwe xwest. Bavê wî kenîya got:

-Tu yê ansîklopediyê çi bikî? Qey te ji bîr kiriye xwenga te bi profesorekî ra dergîstî ye?

Parêz

Bijîşk jinika şîşman miayene kir û jê ra lîsteyek parêzê çêkir:

-Xurîniyê qetek nan û sed xiram penêr. Nîvro xiyarekî biçûk, firingîyek û sed xiram goştê xaşandî. Êvarî jî qedehek şîr, nîv sêv û mûzek biçûk bixwe.

Jinikê bala xwe da lîstê û pirsî:

-Tuxtor beg, ez vana berî xwarinê, ya jî piştî xwarinê bixum ?

 Teşxele

Jinik û mêrik li hev nedikirin, bi şev û roj şerê wan bû. Dawiya dawî rojekê ji cîranan yekî ji mêrik ra got:

-Bira, bi Xwedê pisik û kûçikê me ji we bêtir li hev dikin. Derdê şerê we nayê kişandin.

Mêrik mizicî, got:

-Mimkûn e. Lê hela tu pisik û kûçik li kêlek hev girê bide, wê demê tu yê bibînî çi qiyamet radibe !


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE