12 november 2021

Mahcirên tirk dixwazin kurd jî wek wan teslîm bibin

Piraniya nufûsa Tirkiyê mahcirên ji Balkanan, Kafkasan û qereçî ne. Qismek jî ereb in.
Lê giş helîyane, teslîm bûne, xwe tirk dihesibînin. Lê ne tenê xwe tirk dihesibînin, di ser da bûne faşîst û nasyonalîstên tirk û neyarên kurdan.
Îcar gava kurdek dibêje ez kurd im, wek wan eslê xwe înkar nake dîn dibin, har dibin, kef û girêz bi devê wan dikeve, êrîşî kurdan dikin; dixwazin kurd jî wek wan bibin heramzade. Ev yek gelşa piraniya tirkan e.

Mahcirên teslîm bûne, eslên xwe înkar dikin, bûne tirk, dixwazin kurd jî wek wan xwe înkar bikin û bibêjin em tirk in !
Kurd tu carî teslîm nabin, serê xwe natewînin û dev ji micadala azadî û serxwebûna xwe bernadin.

Çimkî kurd wek wan ne mahcir in, miletê kurd miletekî qedîm e, berî tirk wek koçer werin vê coxrafyayê kurd xwediyên vê axê bûn. Kurd li ser axa xwe ne, welatê wan Kurdistan e û tu carî jî nabi tirk.

 XXX

Konseya Yekîtiya Ewrûpayê mueyîdeyên, cecayên li ser Tirkiyê saleke din dirêj kiriye.

Ewrûpiyan heta nuha bi toleransa xwe, bi perê xwe, bi sîlehên xwe tirk pir gewî û aşûnî kirin. Tirk hewqasî aşûnî bûn li herêma xwe, xwe wek dîkê qoqo hesibandin, bela xwe di gelek cîranên xwe dan, bi zirtebozîyên xwe xwestin her kes serê xwe ji wan ra bitewîne.

Lê ewrûpîyan êdî fêm kirine vê tolerans û kêmaqliya wan, tirk zêde har kirine, tirk êdî ne ji bo cîranên xwe tenê, ji bo Ewrûpayê jî talûkeyeke pir mezin in. Tirk êdî dixwazin wek dewlet bi xeraca rêbiriyê, bi xûgiyê, bi çetewariyê bijîn.

Tirkiye îro di çavê dinyayê da, di her warî da dewleteke pir talûke û merkez û kana çeta ye.

Lema jî ewrûpî hêdî hêdî kumika wan jê dikin, dev ji toleransa xwe berdidin. Heger ewrûpî dawiyê bidin toleransa xwe, pera û sîlehên didin tirkan ji ser wan bibirin, ewê bi parsê kevin.

 XXX

Helbet Amerîka û Yekîtiya Ewrûpayê wek em dixwazin alîkariya me nakin, rast û çep lêdixin, li gorî berjewendiyên xwe hereket dikin. Lema jî heqê me ye em gazinan ji wan bikin, wan rexne bikin.

Lê kurdê, ya jî kurda dijminatiya Amerîkayê û Yekîtiya Ewrûpayê bike şaşiyeke mezin dike, ya kar û zirara xwe nizane, ya pir cahil e, ya jî totikvala ye.

 XXX

Ruyê reş ne hewceyî tenêyê ye. Tirk him rojê çend balafiran neqlî Belarusê dikin, him jî Çavuşoglu sond dixwe, dibêje me tiştekî wiha nekiriye.

Carê xwe hetikandine, şerm li ba berpirsiyaran nemaye. Lema jî her derewê dikin, qet ne xema wan e.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE