11 november 2021

Li ser wergerê hevpeyvîneke 20 sal berê

Di nava notên xwe yên rojane da îro ez rastî vê hevpeyvîna Lokman Polat 20 sal berê bi min ra kiriye hatim.

Lokman Polat li ser wergerê di destpêka sala 2001ê da bi min ra hevpeyvînek kiriye. Di 9ê meha yekê da di e-maîlekê da ji min ra wiha nivîsîye:

"Hêja Zinarê Xamo

Merhaba!

Min pirtûkek li ser wergerê amade kiriye. Di pirtûkê de bi wergêrên kurd re hevpeyvîn heye. Lê bi te re tune. Wijdana min qebûl nekir ku wergêrekî wekî te jîr û zana li derê vê pirtûkê bimîne. Loma jî min pêwîst dît ku pirsên li ser wergerê ji te re bişeynim. Heger tu bersîv bidî gelek baş dibe.

Silav û hurmet.
9/1-01
Lokman Polat

LI SER GIRÎNGÎYA WERGERÊ

BI ZINARÊ XAMO RE HEVPEYVÎN

 

Pirs - 1 - Birêz Zinarê Xamo hinek wergerên te di weşanên Kurdî de hatin weşandin. Li gorî te werger çi ye?

 Pirs - 2 - Te hetanî niha çend pirtûk wergerandiye Kurdî û tu niha kîjan pirtûk werdigerînî Kurdî?

 Pirs - 3 - Di wergerê de zehmetiyên ku derdikevin pêşberê te çi ne?

 Pirs - 4 - Te çima û çawan dest bi wergervaniyê kir?

 Pirs - 5 - Li ser girîngîya wergerê tu çi difikirî?

 Pirs - 6 - Çima berhemên biyaniyan gelek kêm têne wergerandin? Gelo Kurd zêde girîngîyê nadin wergerê yan sedemên din jî hene?

 Pirs - 7 - Kovarên Kurdî pir kêm nivîsên wergerê diweşînin, ji bo dewlemendîya naveroka kovaran jî nivîsên wergerê pêwîst in. Tu çi dibêjî?

 Pirs - 8 - Kovarên Kurdî ji bo danasîn û analîza berhemên edebî çi metod bicerbînin? Û ji bo dewlemendî û pêşketina edebiyata Kurdî rexne û nirxandinên -analîzên-  bi çi awayî biweşînin?

 Ji bo bersîvên te em gelek spas dikin.
9/1-01
Lokman Polat”

 

 Roja din min bersîvê dayê:

”Ji bo bîrbirina te gelek spas. Pirsên te baş in. Lê te negotiye tu heta kînga dixwazî. Heger tu ecele nekî ezê bersîva wan bidim. Tu kanibî tarîxekê ji mi ra bibêjî ewê baş bibe.

Bi silavên dostaniyê

Zinarê Xamo
10/1-01
Stockholm”


Lokman gotibû ewê hevpeyvînê di kitêbekê da biweşîne, weşand, neweşand ez nizanim. Wê demê weşandibe jî 20 sal di ser ra derbas bûye, nifşên nuha nexwendine. Careke din di weşandina wê da zirar tune ye, qenekê ewê di bloga min d ajî hebe.



-Birêz Zinarê Xamo, hinek wergerên te di weşanên kurdî de hatin weşandin. Li gor te werger çi ye?

 

-Werger çêkirina tevnekê, lêkirina avahiyekê ye. Ev avahî ne bi kevir, çîmento û hesin, bi gotinan ava dibe. Yanî ew jî xuluqandineke.
Çawa ku tu ji rîs tevnekê, ji kevir, çîmento û hesin jî avahiyekê dixuluqînî, di wergerê da jî malzemeyên te gotin in û tu tenê bi saya wan berhemekê tînî meydanê.
Lê ev xuluqandin ne ji tunebûnê, bi alîkariya yekî din, yanî bi alîkariya nivîskar tê meydanê. Ev yek karê meriv him zor û him jî hêsan dike. Zor dike, ji ber ku tu nikanî tiştekî ji ba xwe lê zêde bike ya jî jê derxe.
Hêsan dike, ji ber ku tim li ba te ye û bi dizîka alîkariya te dike. Wek ku tu li dengbêjekî biyanî guhdarî bikî û dûra jî wê strana wî wergerînî zimanê xwe û bi zimanê xwe bistirê.
Lê dibê ev sitran him bi gotinên xwe û him jî bi meqam û muzîka xwe wek sitrana eslî be, dibê di tu warî da jê dûr nekeve.
Dema yek lê guhdarî bike, her çiqas bi zimanekî din hatibe gotin jî lê, dibê dîsa jî yekser nas bike ku ew ya kê ye û kî distirê.
Helbet ev ne karekî hêsa ye, jê ra zanîn û hostatî lazim e. Tiştê nivîskar qal dike dibê meriv baş nas bike.

Di xebata wergerê da bi nivîskar ra girêdaneke meriv ya pir xurt, samîmî û ji dil heye. Meriv tim pê ra ye, pê dişêwire û hewil dide ku dinya wî ji nêz va nas bike û meqamê wî lêxe.
 

-Te heta nuha çend pirtûk wergerandine Kurdî û tu nuha jî tiþtekî werdigerînî ya na?

-Min heta nuha çend tişt ji swêdî wergerandine kurdî. Di nav van wergerên min da xebata min ya herî girîng, romana Sûsanna Tamaro ya bi navê ”Bide dû Dilê Xwe” ye.

Min çer ew xwend, tavilê min biryara xwe da ku vê berhema hêja wergerînim kurdî. Ji ber ku mafê kurdan jî heye romaneke wiha xweş bi zimanê xwe bixwînin. Wek tê zanîn ev romana S. Tamaro, romaneke gelkî meşhûr e û li dinyayê pir bi nav û deng e.
Wergerên min yên din hemû nivîs û meqaleyên edebî ne. Ji tirkî jî min hin çîrok û nivîsên li ser dîroka kurdan ya nêz wergerandine. Ev wergerên min bi piranî di rojnameya Armancê û kovara Nûdemê da hatin weşandin.

-Di wergerê da zahmetiyên ku derdikevin pêşberî te çi ne?

-Ez kanim qala du zahmetiyên sereke bikim. Jê yek, ez jî di nav da, tu kes vî karî bi hawakî provesyonalî nake. Û jixwe ne mimkûn e ku bike jî. Çimkî ewê ji kê ra bike?
Yanî wek hemû karên me yên din, di vî warî da jî her kes bi hawakî amatorî  û wek hobîyekê carnan hin tiştan werdigrînin.
Lema jî meriv nikane qala hin wergervanên provesyonel bike. Dema rewş wiha be helbet pêşketin jî çênabe û însan nikanin vî karî baş jî fêr bibin.
Wek tê zanîn karê wergerandinê îro li dinyayê di gelek zanîngehan da wek derseke ilmî tê xwendin û însan bi salan teoriya vî îşî fêr dibin. Ne ku hema her kesê du zimanan bizanibe dikane berhemekê wergerîne. Ev jî bi hebûna hin dezgehên netewî û weşanxaneyên pir mezin û xwedî îmkan mimkûn e.
Lê yê me kurdan tiştekî wiha tuneye, em di rûnê xwe da diqijilin. Em bi destopelkê û bi zanîneke gelkî kêm yekcarnan hin tiştan werdigerînin. Ev yek jî gelek caran dibe sebebên hin çewtiyên mezin û zirarê dide zimanê me.
Yanî bi kurtî ez dikanim bibêjim ku amatorî, zanîna gelkî kêm û sathîtî gelşeke gelkî mezin e.

Ya din jî tunebûna ferheng û ansîklopediyên mezin û ciddî ne. Wek tê zanîn hafiza kesê wergêr ne ferheng û ansîklopedî ye, meriv nikane hemû gotinên zimanê xwe ji ezber bizanibe; meriv nikane navên hemû dar û beran, navên hemû teyr û tuyan, navên hemû nebatan bizanibe. Ev tiştekî ne mimkûn e.

Di dema wergerandinê da dibê hin aletên ku ji wergêr ra bibin alîkar û karê wî hêsan bikin hebin. Ew jî wek min got, ferheng û ansîklopedî ne, ku yên me tune ne.
Dema ev tunebin merivê çawa kanibe qala wergereke bi sihet bike! Ferheng û ansîklopediyên me dost û hevalên me ne. Ew jî her yek bi serê xwe dikanin bibin ferhengek çewt. gotinên wan kêm caran hevûdu digrin. Tu ji kîjanî dipirsî, dibêje ”weleh li ba me wiha dibêjin.”
Lema jî  dikanin bi ”zanînên” xwe mala meriv bişewitînin û meriv bikin pêkenîn. Helbet  kes viya bi nêteke xerab nake, bi rastî jî wer tê bîra wan û wer dibêjin.

Mesela di dema wergera romana ”Bide Dû Dilê Xwe” da min gelek zahmetî kişand. Em bibêjin ku di romanê da navê kulîlkekê, navê darekê, navê çûkekê ya jî navê kêzikekê derbas dibe û tu bi zimanê xwe vî navî nizanî, tu yê vê problemê çawa hel bikî?

Ji wergêrekî Swêdî ra problemeke wiha tuneye, çimkî di her warî da, ji çûkan, pisikan, kûçikan, pinpinîkan bigire, heta bi dar û kulîlk û msiyan, yanî di her warî da û li ser her tiştî bi sedan ferheng û ansîklopedî hene.

Bêyî van, meriv kane ji gelek komel û kitêbxaneyan jî di her warî da rism û agahiyên pêwîst peyda bike.
Yê me kurdan îmkaneke wiha jî tuneye. Yanî bi kurtî  meriv kane bibêje zanîna du zimanan têrê nake. Yek, divê meriv teoriya wergerê(tercumeyê) baş bizanibe û di vî warî da xwedî fikir û dîtin be. Ya din jî divê ferheng û ansîklopediyên netewî û yên taybetî hebin. Bi baweriya min tunebûna van herdu tiştan zahmetiyên herî esasî ne. Bi kêmasî di xebata xwe da min wiha his kiriye.

-Te çima û çawa dest bi wergervaniyê kir?

-Berî her tiştî ez ne wergervan(mutercîm)im. Erê rast e, min hin tişt wergerandine. Lê belê ev yek min nake wergêr(mutercim). Çimkî wergervanî jî wek her sinetekî din, ew jî sineteke. Rewşa min ne wiha ye. Yanî min ev yek ji xwe ra nekiriye kar û ez hertim nakim.
Lê li alî din ez yekcarnan hin berhemên ku kêfa min jê ra tê û dixwazim ew nivîs ya jî ew kitêb bi kurdî jî hebe werdigerînim.
Ev jî bi piranî meqale ne. Tenê ya S. Tamaro roman e û ew jî hîn çap nebûye. Min daye weşanxana Dozê. Ew jî Xwedê zane ewê kînga derkeve. Dibe ku tew dernekeve jî.
Jixwe çîroka vê romanê jî gelkî înteresant e. Min ev roman li ser daxwaza Firat Cewerî wergerand.
Lê dûra dema werger qediya bi nameyekê ez agahdar kirim, got alîkarî nedan min, lema jî qeweta min nagihîjê çap bikim. Û neweşand.
Lema jî kitêb di hustuyê min da ma. Min da kê ya çapnekrin ya jî ji min pere xwestin.
Yanî di ser wergera xwe ya belaş da dibê min perê çapkirinê jî bida.

Belkî ez kanim di vî warî da qala sebebekî din jî bikim, ew jî ez dixwazim xwendevan carnan hin nimûneyên baş jî bibînin.
Çimkî tiştên tercumeyî kurmancî bûne ez nebêjim giş, lê piraniya wan(yên ku min dîtine) tercumeyên pir xerab in û hema hema nayên xwendin.

Dema meriv van wergeran dibîne meriv nizane bigirî, nizane bikene. Lê jixwe gelek tişt jî nehatine wergerandin, ez bawer dikim hemû çend kitêb in.
Berî her tiştî kesên ev berhem wergerandine ne xwedî tu zanîn in û di ser da jî bi kurmancî  jî baş nizanin. Çi heyf ku ev nezanî cesaretê jî dide gelek kesan.
Esas ne di warê wergerê da tenê, nivîskarê kurd yê herî meşhûr jî  ku îro li Ewrûpayê jî pir hindik tê naskrin bi kurdî nizane.
Bi kêmasî bi qasî ku romanan binivîsîne nizane.
Çimkî di van çend salên dawî da li derve fêr bûye. Heta di hevpeyvîneke xwe da ew bi xwe jî dibêje, ”gava min dest bi nivîsînê kir û bi qasî 50 rûpelî nivîsî, min dît ku ez nikanim binivîsim. Ji ber ku kurdiya min têrî nivîsîna romaneke kurdî nedikir.”
Van gotinan di sala 1987 da dibêje û dom dike: ”Eger ez îro rahîştima pênûsê, heye ku min ê ew bi awayakî din binivîsiya. Gava min ew nivîsî, ez pir pê qayil bûm. Lê çaxa ez îro lê vedigerim, dibînim ku kêmasiyên wê pir in.” (Mehmet Uzun. Hêz û Bedewiya Pênûsê, r.134, 145)

Bala xwe bidê, Xwedê giravî piştî hewqas sal baş fêr bûye, lê çi heyf hîn jî nizane cumleyeke pir basît rast bibêje; ji dêlî ku bibêje:
”Eger min îro rahîşta pênûsê” ya jî eger ez îro rahîjim pênûsê”, dibêje ”Eger ez îro rahîştima(!) pênûsê”.
Yanî di cumleyeke here basît da jî hîn nizane pronomekê ya jî fiîlekê rast bi kar bîne. Ev nezanî  û çewetiyên zimên di berhemên wî yên dawî da jî  her berdewam in.
Lê ji ber ku vira ne ciyê wê ye, lema jî ez numûneyan zêde nakim. Bes bi vê perîşaniya zimên xwe jî ji nava xwe pir razî ye, xwe li Kurdistana Bakur wek pêşengê romana kurdî dibîne û ji her kesî bêtir jî deng daye.

Ez zanim, ez hinekî ji mijarê dûr ketim. Lê ne mimkûn e ku sosiretên wiha tesîrê  li meriv neke. Ji ber wê yekê jî min ev nimûne da. Yanî dema ez kin bibêjim, carnan ji ber hezkirina ji peyva xweş û carnan jî ji ber derdê nezanan min hin tişt wergerandine kurdî.

-Li ser girîngiya wergerê tu çi difikirî?

-Bêguman di pêşketina kultur, edebiyat û zimanên miletan da rola wergerê pir e. Bi riya wergerê kultur, tercûbe û hemû serpêhatiyên netewan digihîjin hev û hevûdu dewlemend dikin.
Ziman bi pêş  dikeve, şax dide û ji alî xezîna gotinan ve gelkî dewlemend dibe.
Bi taybetî jî ji bo zimanên biçûk feydeya wergerê bê hed û bê hesab e.
Mesela piştî Tanzîmatê, di salên 1860î da tirkan odeyeke tercumeyê(tercume odasi) vekirin û bi saya vê odeyê gelek kilasîkên dinyayê tercumeyî zimanê xwe kirin.
Dûra jî piştî Cumhûrîyetê bi însîyatîfa Wezareta Perwerdekariyê dîsa gelek kilasîkên dinyayê wergerandin tirkî. Bi xêra van wergeran zimanê tirkî gelek hêz girt û xurt bû.

Numûneyeke din jî, wê rojê min di derkê da xwend, ji nîvê hemû kitêbên di salekê da li Swêd tên weşandin(yanî ji %51-52) werger in.
Ev yek jî nîşan dide xelk çuqasî qîmetê dide wergerê. Heger em kanibin, hema çi dibe bila bibe, dibê em wergerînin. Ev yek ewê ne tenê zimanê me, her wisa ewê asoya me ya fikirandinê jî gelkî firehtir bike.
Lê helbet ev yek jî bi îmkanan dibe, bi weşanxaneyên xurt û bi bazarê dibe.
 

-Çima kêm tişt tên wergerandin, gelo kurd zêde girîngiyê nadin wergerê yan jî hin sedemên din hene?

-Bi baweriya min ne ku kurd girîngiyê nadin wergerê. Ji ber ku di van şertan da û bi van îmkanên îro hew dibe. Dema weşanxaneyên xwedî îmkan û xwendevan tunebin werger jî nabe.
Ji bo ku meriv kitêbekê wergerîne dibê weşanxaneyek, dezgehek ji meriv bixwaze. Dûra jî dibê bazara firotina wê hebe.
Çimkî nabe hema meriv rabe bi serê xwe kitêbekê wergerîne û dûra jî li malê veşêre.
Dîsa dibê werger nan jî bide meriv, ji bo ku meriv bikanibe bi hawakî profesyonel bixebite.
Lê ya herî giriîng jî li welatê me xwendin û nivîsandina kurdî qedexe ye, meriv nikane berhemên kurdî li Kurdistanê biweşîne û belav bike. Dewleta Tirk rê nade vê yekê.
Loma jî li Kurdistanê piraniya kurdan hîn nikaninin bi zimanê xwe bixînin. Dimîne bazara der û ew jî têrê nake.

-Kovarên kurdî zêde cî nadin wergerê. Ji bo dewlemendiya naveroka wan nivîsên werger jî pêwîst in. Di vî warî da tu çi dibîjî?

Çi wek kitêb dibe û çi jî di kovar û rojnameyan da dibe, werger pir girîng e, heger îmkan hebe dibê meriv hewil bide wergerîne û biweşîne. Lê wek min li jor jî got, dibê kesên ku jê fêm dikin vî karî bikin. Ya na, zirara wê dikane ji feydeya wê bêtir be.

2001-05-03

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE