11 november 2021

Xelk gotinên naylon fêm neke

 


Medyaya me ji dêlî ku kurmancîyeke sivik, a xelk pê dipeyive û jê fêm dike bi kar bîne, peyvên sûnî, naylon çê dike.
Him xelk ji van peyvên sûnî, naylon fêm nake, him jî dibin sebebê însan ji kurdî sar bibin.
Zimanê însan jê fêm neke, pê nepeyive, jê sar dibe, 
jê hez jî nake...
Yanî peyvên sûnî, çêkirî, sentetîk yên di nava xelkê da nayên bikaranîn ji karê bêtir zirarê dide zimanê me.

Mesela kurmanc, soran û zaza giş gotina resam fêm dikin. Ez bawer dikim kurdên hewram û goran jî fêm dikin, zanin resam kî ye, resamî çi kar e?
Meriv bi kurmancî dibêje ez rismekî digrim, rismekî çêdikim, rismekî min bigre, rismekî min çêke.
Meriv nabêje "şêweyekî min bigre, şêweyekî min çêke" ya jî ez "şêweyekî digrim, şêweyekî çêdikim."

Yanî meriv kane bibêje piraniya kurdan peyva resam fêm dikin û bi kar tînin.

Lê mixabîrê Rûdawê Rawîn Stêrk, di hevpeyvînê da  ji dêlî ku ji Hakan Yaşarê resam ra bibêje resam, dibêje ”şêwekar.”
Ne kurmanc, ne jî zaza, ne jî soran kes ji resam ra nabêje ”şêwekar”!

Belkî ji sedî 95ê kurmanc û zazayan nizanin ”şêwekar” çi ye.
Min fêm nekir çi qusûr û şaşî tê heye em ji resam ra bibêjin resam?

Resam gotineke erebî ye lê bûye malê zimanê kurdî jî, kurd hemû bi kar tînin. Tirk jî bêkompleks dibêjin resam.

Ez fêm nakim ji bo çi em ji peyva resam aciz in û ji bo çi me deh navên naylon, ên kurd jê fêm nakin jê ra çêkirine?

Hosteyên peyvên naylon, sûnî  peyva  ”şêwekar” tenê çênekirine, di dewsa resam da gelek navên din jî bi kar tînin.

Hinek jî dibêjin ”wênekar”, ”wênesaz”,  ”nîgarkêş”, "şêwekar", "nîgervan, wênesaz", ”wênevan û sûretvan.
Eynî bûye wek gêrmiya gavanan, her kesê li gorî xwe navek lê kiriye.

Belkî çend navên din jî hebin ez bi wan nizanim. Bi baweriya min bi vî rengî lîstina bi zimên şaş e, ne rast e her kes navekî li resam ke, her kes ji ba xwe gotinekê çêke.

Şexs gotinên wiha bi kar bînin jî dezgehên medyayê dibê, rojnamevan û nûçegîhanên(mixabirên)telewîzyonan dibê bi kar neynin, zimanekî gel jê fêm dike, pê dipeyive bi kar bînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE