10 november 2021

Lukaşenko jî wek Erdogan xûgiyê dixwaze

Serokê Rpsyayê Vladîmîr Pûtîn ji Yekîtiya Ewrûpayê ra gotiye we çawa bi Tirkiyê ra peyman çêkiriye, dibê hûn bi Belarûsê ra jî eynî peymanê çêkin.

Yanî mêrik dibêje hûn çawa xûgiyê didin Erdogan, dibê hûn bidin Lukashenko jî. Ma qey ew zarokê dêmarîyê ye?

Ev pilana Erdogan e, wî ev ders daye Lukashenko.

Heger Yekîtiya Ewrûpayê dana xûgiyê qebûl bike û çend milyar Euroyî bidin Lukashenko, ewê bi Erdogan ra li hev par bikin.
Çimkî Tirkiye xelkê top dike, dibe Mînskê û pilan jî ya Erdogan e, ji Lukaşenko ra dibêje pera bixwaze.
Çawa ku çete, mafya ji kesên zengîn xûgê, xeracê digrin, Tirkiye jî eynî tiştî dike û nuha jî fêrî Lukaşenko dike. 

Tirkiye, Belarûs li herêmê bûne dewletên çete, mafya, dixwazin bi rêbiriyê, bi stendina xûga ji Yekîtiya Ewrûpayê debara xwe bikin.

Pûtîn jî li pişt wan e, çimkî nabêna Pûtîn û Yekîtiya Ewrûpayê jî ne baş e, hin ambargo dane ser Rûsyayê. Pûtîn dixwaze bi destê Lukashenko û Erdogan hin daxwazên xwe bi Yekîtiya Ewrûpayê bide qebûlkirin.

 

XXX

Serokên ewrûpî newêrin navê Erdogan bigrin devên xwe

Serokwezîrê Polonyayê serokê Rûsyayê Pûtîn rexne kiriye, gotiye tiliya wî di gelşa ser sînorên wan û Belarûsê da heye.

Rast e, miheqeq tiliya Pûtîn tê heye, bêyî alîkariya Pûtîn Lûkaşenko nikane tiştekî wiha bike.

Lê bi qasî Pûtîn, heta jê pirtir jî tiliya Erdogan jî di vê kaosê da heye. Çimkî tirkan bi balafirên xwe bi hezaran însan belaş birine Belarûsê.
Yên koçber ji Kurdistana Başûr û ji Rojava top kirine çeteyên Tirkiyê ne. Çeteyên tirk ji Şamê, ji Bexdayê, ji Hewlêrê, ji Stenbolê bi hezaran însan gîhandine Belarûsê. Rojnameya Almanya Bîdê jî ev yek nivîsî. Yanî ev yek eşkere ye, lê serokên ewrûpî newêrin navê tirkan û Erdogan zêde derxin pêş.

 

XXX

Li Stenbolê, li Çarşiya Sergirtî ji ber ku mêrik saet di 9 û 5a da di giramiyê da nesekinîye, meşiyaye esnafan êrîş kirinê, xwestine mêrik lînc bikin.

Di 10ê mijdara 1938a, saet 9 û 5a da Ataturkê tirkan mir. Tirk her sal wê rojê, di wê saetê da li ku dibe bira bibe deqîqeyekê radiwestin. Û yê ranewesta wek îro kirine lînc dikin.

Tirkiye bûye cahnimeyeke rastîn, yê saet di 9 û 5a da raneweste lînc dikin.

Yê rociyê negire lînc dikin.

Yê ala tirk bi deriyê dikana xwe ve, bi mala xwe ve neke lînc dikin.

Miletekî cahil û tam dîn e…

XXX

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE