10 november 2021

Ez belaş bûm xwedî kompîtor



Vê carê kabê min mîr hat, Xwedê ji min ra li hev anî, bê pere û bê pûl, miftî belaş ez bûm xwedî kompîtoreka Asus.

Erê kevn e, lê ji cisnê zêr e, hesinê berê ye, sed qatî ji yên nuh baştir e.
Û ji ber ku belaş bi destê min ket, kêfa min pirtir jê rat ê.
Meselê wiha dest pê kir.
Çend roj berê ekrana kompîtora min şikiya, ji hev da ket. Kompîtor dixebitî lê dîsa jî min biryar da yeka nuh bikirim.
Çimkî min nikanîbû dest bidayê, ekran ji hev da diket, nedihat girtin.


Mahdê min jê gerîya, min newest her roj bi wê kompîtora xuloxwarî, xerabe bixebitim. Erê hîn stop nekiribû, lê şûf jî lazim e. 

Lawkê min Rojen çavê xwe gerand, ji min ra yeka Lenovo eciband.

Ji şansê min ra kompîtor pir buha bûne. Ya ji min ra eciband bi 1000 Euroyî bû. Ew jî ya herî erzan. Hezar Euro ne perakî hindik e, lê yên erzantir jî bi kêrî tiştekî nayên.

Min got hela em hinekî bisekinin belkî dawiya salê kompîtor erzantir bibin.

Ev çend roj bûn ez û lîwik wer li ser ez bikirim, nekirim, heger bikirim dibê kompîtoreke çawa be dipeyivîn.

Ji ber ku perakî pir bû, min tim serî li xwe digerand, min digot belkî di erzaniya serê salê da hinekî erzantir bibe.

Dawiya dawî, Rojen do ji min ra got:
- Bavo, kompîtoreke min a kevn heye, Asus e, dixebite, pir baş e, lê 8 sal kevn e. Heyşt sal berê min bi hezar Euroyê wê demê kirî, nuhê wê nuha tu nikanî bi du hezar Euroyî jî bikirî. Heger tu bixwazî ezê ji te ra li hev ragirim. Ji zû da ye min bi kar neanîye, hêvî dikim bixebite.

Min di cî da got baş e, ji min ra çêke, kînga xera bû, nexebitî wê demê ezê yeka nuh bikirim.

Mala camêr ava be, do hetanî derengê şevê pê da ket, tiştên xwe hemû jê avêtin, mejiyê wê paqij kir û dûra jî bi hezaran dokumentên min lê siwar kirin.

Elîfbeya kurdî, hotmail, gmail, facebook, twitter, blog, edresên min, lînkên min, bi hezaran nivîs û rismên min, dosyeyên min giş ji kompîtora min neqlî wê kir. Do bi şev heta destê sibê pê da ket, barkirina hin dokumentan pir wext digirt, xewa min hat, ez çûm raketim.

Lê ji taswasê heta sibê xew neket çavê min, min bawer nedikir çê bibe.

Vê sibê gava ez ji xew rabûm, min dît kompîtora Asûs wek Cadillaceka reş li ser masa min e. Li ser kaxetekê nivîsîye:
-Bavo, temam e !

Min bi bêsebrî xwe li ber xweş kir û pê li bişkoka startê kir. Kompîtora min vebû, ji kêfa per û bask tunebûn ez pê bifiriyama.

Kompîtor erê 8-9 sal kevn e, Wîndos 8e, lê sed qatî ji ya min baştir e, kompîtoreke hewqasî bêdeng min hîn nekiriye.

Kompîtoreke pir baş e, ji bo li fîlma temaşe ke û lîstikan bilîze yeka buha kiriye, hafiza wê 16 Ram û  700 GB ye.

Sureta wê pir baş e, mejiyê wê heta dawiya umrê min têra min dike.
Klawîya wê jî pir nerm û xweş e. Kêfa min pir jê ra tê.Wek ez li tiştekî antîk rast hatibim.

Belkî jî ji ber ku belaş e, lema hewqasî kêfa min jê ra tê. Yê min bû wek kuçê koran, vê carê Xwedê ji min ra li hev anî, bêhemdî, bêyî ku qurişekî bidim, bûm  xwedî kompîtoreke mikemel, wek Cadîllacê.

Ez û wê hîn hevûdu baş nas nakin, hêdî hêdî, ez newêrim destê xwe bi her derê bikim, ecela min tune ye, hêdî hêdî emê hev nas bikin.
Heger ne lawikê min bûya sed sal jî derbas bibûya min nikanîbû ev kompîtor li hev ragirta, ji kompîtora din dokumentên xwe hemû neqlî wê bikira.  Aqilê min nagire, meriv çawa kane hewqas tişt bizanibe. Ez nikanim e-maila xwe çêkim, wî sed tişt çêkirin. Xwezî min jî hewqas tişt bizanîbûya, lê sebra min tuneye, ez nikanim hewqas zanîn di hişê xwe da bigirim. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE