09 november 2021

Tirkiye li pişt koçberîya kurda ye

Di binê kaos û trajedîya ser sînorê Belarûsê û Polonyayê da jî tirk derektin !

Tirk ji bo ku Kurdistana başûr û rojava ji ciwanan vala bikin, ew bi balafirên xwe belaş birine Mînskê.

Li gorî rojnameya Almanya ya herî mezin Bîldê nivîsîye, tiliya Tirkiyê di gelşa ser sînorên Belarûsê û Polonyayê da heye.

Tirk her roj ji Stenbolê, ji Antalyayê, ji Şamê, Hewlêrê û Bexdayê bi balafirên Tirkiyê(THY), bi seferên xusûsî koçber birine Mînskê. Piraniya wan jî kurd in.

Riya Yûnanîstanê, Bûlgarîstanê zahmet bûye, lema Tirkiye îcar bi dîktatorê Belarûsê ra dixebite.

Yanî Erdogan li pişt Lukashenko ye.
Wek rojnameya Bîldê jî nivîsîye, tirk rojê du balariran tije dikin û dişînin Mînskê û leşkerên Belarûsê jî wan dibin li ser sînorên Polonyayê berdidin.

Lê serok û berpirsiyarên Yekîtiya Ewrûpayê newêrin xweşikî navê Erdogan bigrin devê xwe, ji wî bêtir Lukashenko rexne dikin. Nikanin bi ker li kurtên dixin. Serê sebeban Erdogan e, tirk in, ew li pişt vê kaosê ne.

Li gorî malpera Nûpelê nivîsîye serkêşiya vê koça bi hezaran rasterast tirk dikin, Tirkiye ji çend welat û bajaran kurdan bi balafirên xwe belaş dibin Belarûsê. Armanca tirkan valakirina Kurdistana başûr û rojava ji ciwanan, ji xorta ye.

Tirk ji bo ku Kurdistana başûr û rojava ji ciwanan vala bikin, ew bi balafirên xwe belaş birine Mînskê.

Ji Bexdayê, ji Hewlêrê, ji Şamê, ji Antalyayê û ji Stenbolê bi hezaran kurd bi balafirên xwe(THY) belaş birine Belarûsê.

Yanî qismekî kurdan bi êrîş û dagirkeriyê ji Kurdistanê derdixin, yên mayî jî bi vê fêbaziyê dixapînin û ji Kurdistanê didin koçkirin.
Û partiyên kurdî, serokên kurda jî li vê pilana tirkan ya valakirina Kurdistanê temaşe dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE