09 november 2021

Çima bi hezaran kurd ji welatê xwe koç dikin?

Li ser sînorê Belarûsê û Polonyayê kurdekî ji Kurdistana Başûr ji telewîzyona Skynewsê ra gotiye:

” Eger bêjin ev rê diçe Kurdistanê û ev rê jî diçe mirinê. Ezê bidim ser rêya mirinê û ez venagerim Kurdistanê.”
Ev trajedîyeke pir mezin e, kezeba meriv diperite. Ev yek tê maneya li Kurdistana Başûr rewşa însên ji riya mirinê jî xerabtir e.
Ji bo çêbûna Kurdistanê kurdên ku bi salan şer kirin, bi hezaran şehîd dan, kurdên ku digotin ya Kurdistan yan neman, nuha li ser sînoran ketine halekî pir perîşan, diçin mirinê lê venagerin Kurdistanê.

Dibê meriv ji hukûmeta Kurdistanê, ji partiyên siyasî bipirse, çima kurd ketin vî halî ?

Lê ne li başûr tenê, li rojava jî rewş eynî ye. Dibêjin ji sedî 40ê ciwanên rojava jî bi çol û çepelan ketine û hîn jî berdewam e.

Ev felaketeke mezin e. Dibê meriv li valabûna Kurdistanê temaşe neke, çareyekê ji vê felaketa netewî ra bibîne.

Keç û xortên li Efrînê, li Kobanê, li Serê Kaniyê qahremaniyên mezin kirin, çeteyên Tirkiyê yên dirinde şikandin, îro qefle bi qefle ji welatê xwe direvin, didin ser riya mirinê.

Berpirsiyar û sûcdarê vê trajediya kurdên başûr bêguman hukûmet e, partiyên siyasî ne. Dûzana wan, şiklê îdareya wan bûye sebebê bi hezaran ciwan terka welatê xwe bikin û bi çolan kevin, têkeven feqa çeteyên tacirên însanan û li ser sînoran perîşan bibin, bimrin.

Koçberiya kurdên bakur û rojhilat meriv fêm dike, lê belê ya kurdên başûr ne normal e. Ew wek kurdên bakur û rojhilat ne bindest in, zulm li wan nabe, azad in û ne birçî ne.

Lema jî dibê hukûmetê nehîşta bi sedhezaran însan welatê xwe biterikînin û di riyan da perîşan bibin.

Çima hîştin hewqas însan têkevin nav lepên çeteyên qaçaxçîyan û ev trajedî were serê wan?

Çima hîştin bi hezaran kurd bibin aletê siyaseta zalimekî wek Lukashenko ?

Dibê nehîştana, dibê rê li ber vê koça malwêran bigirtina. Çimkî zanîbûn rewş ev e, sînor girtî ne, kes êdî wek berê koçberan qebûl nake, her welatî sînorê xwe zexm kiriye. Serê mehan e her kes vê yekê zane.

Berpirsiyarên hukûmeta Kurdistana Federe him rê li ber vê felaketê negirtin, him jî li vê trajediya gelê xwe ya ser sînoran temaşe dikin, naçin hawara wan, paş da nabin.

Kurdên Ewrûpayê nikannin tesîrê li hukûmetan bikin, nikanin herin bi hezaran însanan xelas bikin, karekî wiha ancax Îraq û hukûmeta Kurdistanê bike.

Bi hezaran însan dixwazin bi zor têkevin welatê xelkê. Xelk qebûl nake. Wan berdin, ewê hewqasî din werin. Yanî bi qebûlkirinê dawiya vî îşî nayê, ewê zêdetir be.

Dîsa tirk li pişt vê koçê ne. Tirk bi seferên xusîsî rojê balafirekê, du balafiran tije dikin û dişînin Mînskê. Yanî tirk û Lukashenko bi hev ra dixebitin. Riya Yûnanîstanê, Bûlgarîstanê zahmet bûye, tirkan îcar berê xwe dane Belarusê. Di bin destê tirkan da 5-6 milyon xerîb hene, dixwazin wan bi zor bişînin ser Ewrûpayê û kaoseke mezin peyda bikin.

Dibê Îraq, hukûmetên başûr û rojavayê Kurdistanê herin hawara kesên li ser sînoran û wan ji mirinê, ji wê perîşaniyê xelas bikin. Evy ek kar û wezîfeya wan e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE