08 november 2021

Neyarên me ji sûtalên kuçan jî pîstir in

Serokê partiya BBP Mustafa Destecî xerîteya Kurdistanê çirandiye û ji kurdan û Kurdistanê ra jî hin gotinên bêedeb kiriye.

Mustafa Destecî çeqelekî bêedb û rezîl e, şelafekî kurtêlxur e, pişta xwe sipartiye dewletê û heqaretê li kurdên destgirêdayî dike.
Yê ne sûtal û çeqel be bêedebîyeke wiha nake. Meriv qedrê diya xwe bizanibe ji diya xelkê ra xeber nade.

Mustafa Destecîyê sûtal ne tayê kurda ye, lê dewlet li piştê ye, dewlet vî gurê devbixwîn haw dike ser kurdan.
Meriv kevir bavêje her kûçikê diewte piyê meriv ewê biweste.

Derya(bahr) bi devê kûçik heram nabe, bi bêedebîya zirtoleyekî Kurdistan tiştekî wenda nake.

 XXX

6 partiyên kurdî bi beyaneka mişterek girtina cîgirê serokê PSKê Bayram Bozyel şermezar kirine û xwestine Bozyel tavilê were berdan. Gaveke baş e, dibê em tim wiha bi tifaq bin.

Bi Bayram Bozyel ra gelek siyasetmedar û kesên din jî hatine girtin, dibê daxwaza berdana wan kesan jî were kirin. Dibê protestoya me ne ji bo yekî, ji bo hemû êsîrên siyasî be.

Dewleta tirk êdî ji dewletbûnê dûr ketiye, rojê çend kurdan êsîr digre. Dibê em hemû bi hev ra li hemberî vê çetewarîya dewletê çareyekê bibînin, raaksîyoneke mezin nîşan bidin.

 XXX

Îro bi berbanga sibê ra pûlisan li Diyarbekrê girtine ser mala cîgirê serokê PSKê Bayram Bozyel, ew girtine.

Bi vê terora dewletê dixwazin kurdan çavtirsiyayî bikin. Dibê partiyên kurd hemû bi hev ra vê zorbatiyê şermezar bikin û azadiya Bayram Bozyel bixwazin.

Hûn hov in !

Lê ne Bayram Bozyel tenê ye, 14 kes girtine. Di medyayê da navê wan hîn şekere nebûye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE