07 november 2021

Kes nikane Îraqê bîne qeysa berê

Tirkiyê jî êrîşa ser mala Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî şermezar kiriye.

Tirk wiha ne, bi gur ra dikujin, bi şivên ra dixun, bi xwedî ra digrîn. Tirk bi rû dost in, bi dil dijmin in, bi bin in, bi heftêheft qulan dixebitin. Her nerindî ji wan tê. Hûn kîjan kevirî rakin ew di bin da ne.

Belkî droneyên di êrîşê da hatine bikaranîn yên Tirkiyê bin. Belkî êrîşkar merivên wan bin.
Hêvî dikim xwediyê droneyan tespît bikin, yên kê ne û ji ku hatine avêtin?

Kane tiliya Îranê jî di êrîşê da hebe. Çimkî Îran ji Mistefa Kazimî pir ne razî ye.

Îraq êdî nabe Îraqa berê, ew demek bû çû. Sunî û şîî hew kanin bi hev ra bijîn, dibê ji hev veqetin, Îraq bibe sê perçe, kurd, şîî û sûnî ji hev veqetin.
Ereb hev bikujin, destên wan di xwîna hev bigere li hev nayên. Sunî û şîîyan 1341 sal e li tu welatî li hev nekirine, li Îraqê jî li hev nakin.

 

XXX

Ez fêm nakim hin kurd bi çi rûyî, bi kîjan ûjdanî hîn jî li dû Erdogan rêz dibin, pê ra diherin li Kurdistanê digerin, jê ra li çepikan dixin, jê ra distirên ?

Meriv çawa kane hewqasî bêxîret, bêheya û neyarê qewmê xwe be ?

Bêşexsîyetiyeke ji hevaltiya dijmin xerabtir tune ye.

 XXX

Namûs taybetmendîyeke, xusûsîyeteke mexsûsî însên e. Gelekê caran gava qala namûsê tê kirin jin tên bîra însên. Ev şaş e.

Li der û dora xwe binêrên, hûnê bi sedan kesên, jin û mêrên zereyê namûsê pê ra nemaye bibînin.

Li welatê xwe, di nav gelê xwe da rêberiya serokê dewleta dagirker bênamûsî ye; ji serokê dagirkerên welatê xwe ra li çepika xistin, pesnê wî dayin bênamûsî ye.

Şirîkiya bi hêzên dagirker ra bênamûsî ye. Yek xaniyê meriv, mala meriv ji meriv bistîne, meriv pê ra nabe yek û li birayê xwe naxe. Heger viya bike bênamûsî ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE