07 november 2021

Kelmêş û şêr

Kelmêşekê(pûşîyekê)bênabên li dora serê şêr vizîna wê bû, şêr pir nerehet dikir. 
Şêr guhên xwe dilivandin, serê xwe dihejand, pençê xwe davêt vira û wira, dêla xwe li ba dikir bêfêde bû, çi dikir, çi nedikir nedibû, kelmêşê bela xwe jê venedikir.

Şêr pir hêrs bû, got:
-Ji min dûr keve, heger tu hinekî din jî min nerehet bikî ezê te perîşan bikim.
Kelmêş kenîya, got:

-Na lo ! Tu vê gefê li kê dixwî, vê tirsê di kê difirînî? Tu yê çawa min perîşan bikî? Ji ber ku tu şêr î, tu bûyî şahê heywanan tu xwe pir mezin dibînî, tu stûr û gewî bûyî. Ne tu, heger ez bixwazim ez kanim te perîşan bikim.
Ji hêrsê tebatî nedihat şêr, bi zor xwe zeft dikir. Bi hêrs û bi xurrîneke mezin got:
-Ez ji te ra dibêjim ji ser serê min biteqize! Bes bîna min teng bike!
Kelmêşê got:
-Baş e, tu yê nuha bibînî, hela kî ewê perîşan bibe !
Kelmêşê wiha got û dûra jî li dor serê şêr, li ser çavê wî bû vizîna wê, ji wî guhê derket, ket guhê din.
Şêr çiqas serê xwe li ba kir, pençên xwe avêt vir û wir pere nekir. Dêla xwe bi vî alî, wî alî da li ba kir, dîsa bêfêde bû, kelmêş jê veneqetiya.
Ji hêrsa xurrrînîyek mezin pê ket, erd û ezman lerizîn, heywanên daristanê ji tirsa giş vir da, wê da reviyan. Lê kelmêşê dîsa jî bela xwe jê venekir, li ser serî vizîna xwe domand. Gava kelmêşê dît şêr teslîm bû, jê ra got:
-Te dîd kî perîşan bû ! Bira ev ji te ra bibe ders…
Kelmêşê wiha got û firek da xwe ji ser serê şêr bi dûr ket. Hinek firiya, çû ket tevna pîrê, bû nêçîra pîrê…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE