06 november 2021

Tirkiye êdî ne dewleteke normal e

Ev demeke berpirsiyarekî MİTê yê kevn Mehmet Eymur gelek sûc û qetlên kirine û zane îtîraf dike.

Mêrik dibêje îşkence kiriye, MITê 18 însan dane kuştin, serok û çeteyeyên mafyayê çawa bi kar anîne , li dû hev rêz dike. Dibêje dewlet çi bike rast e, îşkence jî normal e.

Sedat Peker tiştên ji wî zêdetir gotin. Lê dîsa jî kesî tiştek bi sûcdaran nekir. Çimkî dewlet bi xwe bûye organîzasyoneke çeteyan.

Hemû sûc û qetil li dijî kurdan kirine. Ji ber ku kurd kuştin e ne kes hatiye girtin, ne jî ceza bûye.

Ne MIT tenê, her dezgeha vê dewlta irqçî, façîst antî-kurd e û kuştina kurdan jê ra serbest e.

 XXX

 Bindestî tiştekî çiqasî pîs û xerab e. Îro yekî wek Erdogan çûye Êlihê, li wir henekê xwe bi me kiriye, gelek zirt dane xwe, barek heqaret û gotinên nemayî ji me ra kiriye û gelek kurdên bêxîret, xwefiroş jî jê ra li çepika xistine.

Kurdên wir nuha ji qahra teqiyan e, lê tiştek ji destê wan nayê, meriv bindest be, dewleta meriv tunebe pir û pir zor e, meriv kezebreşî dibe.

 

 XXX

Ji ber ku akademîsyenê kurd Hifzullah Kutum di twîtteke xwe da gotiye ”Şoreşa Îlonê li hemû kurdan pîroz be” mahkima dewleta tirkan biryara tewqîfkirina wî daye.

Mahkimeyên tirkan êdî qebûl nakin kurd serketina kurdên welatekî din jî pîroz bikin. Tiştê Hifzullah gotiye him ne sûc e û him jî têkiliya wê bi Tirkiyê tune.

Zulmeke wiha, faşîzmeke wiha li tu welatekî din tuneye. Tiştê anîne serê Hifzullah Kutum barbarî ye. Dewlet êdî miamela êsîran bi kurdan ra dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE