28 november 2021

Dibê qatilên Daîşê nikanîbûna ev derb li hêzên pêşmerge xistana

Do bi şev li Silêmaniyê qatilên Daîşê êrîşî hêzeke pêşmerge kirine, 5 pêşmerge şahîd ketine, 4 pêşmerge jî birîndar bûne. Pir xemgîn im. Kezeba min peritî.
Dibê van çeteyên devbixwîn nikanîbûna ev derb li pêşmerge xistana. Vê xebera reş ez hejandim.

Ev demeke êrîşên ser pêmergeyan zêde bûne, kane tiliya artêşa Îraqê tê hebe.

Fermandarê Mîhwera Germesêr a Hêzên Pêşmerge Mehmûd Sengawî gotiye, Daîş ji herêma hêzên îraqî êrîşî pêşmerge dike. Ev jî nîşan dide kane tiliya artêşa Îrqê di van êrîşan da hebe.
Dibê meriv ji bîr neke her tişt ji erebên neyarên me tê.

Serê heval, hogir û malbatên wan sex be. Dibê qatil miheqeq werin cezakrin, heyfa şehîdan were girtin.

XXX

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li paytexta Tirkmenîstanê bi serokê Azerbeycanê Îlham Alîyev ra hevdîtineke kiriye.

Ev demeke tebatî nayê efendî, telefon ji destan nakeve, rojê telefonî çend serokên çend dewletan dike. Top avêtiye, bi parsê ketiye. Wê rojê Şêxê Emîrat soza 10 mîlyar Dolarî dayê. Bi îhtîmaleke mezin îro jî xwe avêtiye bextê Alîyev, jê çend quriş xwestiye.

Lê bi perê parsê welatek îdare nabe, ekonomîya Tirkiyê têk çûye, bi alîkariya şêxên ereb û Alîyev Tirkiye ji kirîzê xeas nabe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE