29 november 2021

Bersîva Cemîl Oguz

Cemîl Oguz, ez rexne kirime, xwestiye ez ji xwendekaran lêborînê bixwzim. Wiha gotiye:

"Hêja Qubad ji xwendekaran lêborîn xwestiye. Kek Zinarê Xamo ji ber ku bêyî tu bifikirî ku ev vîdyo ne rast e û te belav kir û te ew wekî "kesên şîrheram" û wekî xayîn îlan kiribûn. Fikra min ew e tu jî divê lêborînê bixwazî ji wan kesan. Dîsa jî tu zanî. Silav bo te."

Cemîl, ev tiştê tu dikî qet ne xweş e. Tu li ciyê rehetîyê meriv diêşînî, dilê hevalê xwe ji xwe dihêlî.

Bi zor dilê min li te sipî bûbû, te ez poşman kirim, te dîsa dilê min ji xwe hîşt. 
Ez ne dijminê xwendekara me.
Ez ne li dijî protestokirina hukûmetê me.
Ez ji xwendekaran bêtir hukûmetê rexne dikim, di bloga min da di vî warî da bi sedan nivîsên min hene.
Ez ne zilamê Barzanî me! Gava hewce dibînim rexne dikim.

Ez li ser hesabê kesî kesî rexne nakim.
Ez li gorî ûjdanê xwe, zanîna xwe hereket dikim.
Li gorî xwe tiştê rast dibînim teqdîr dikim, tiştê şaş dibînim rexne dikim.
Lêz ne mecbûr im wek te dijminatiya hukûmetê Barzanîyan bikim. 
Tu û hevalên te, hûn viya ji min dixwazin. Hûn dixwazin ez jî wek we di her fersendê da êrîşî "mala Barzanîyan bikim." !
Ez ne zarok im, ez viya fêm dikim !

Rismek, vîdeoyek hat belav kirin, di wê wîdeoyê da erebe di ser alê ra diçûn, hinekan pê li alê dikirin.
Hinekan gotin di meşê da heqaret li alê kirine. Min jî bawer kir. Min ala Kurdistanê parast û got kurdê heqaretê li ala xwe bike şîrheram e.
Min ev rexne ne ji ber ku ez zilamê hukûmetê Barzanî me kir, min ala Kurdistanê parast.
Dûra hinekan gotin ev vîdeoyeke kevn e, al ketiye, xort top dikin. Min jî di twîteke xwe da got:
”heger hinekan ev yek bi zanetî kiriye provakasyon e, bênamûsiye…”
Ma hîn ezê çi bibêjim?
Lê hîn jî dilê te rehet nebûye, tu dixwazî ez uzrê xwe jî bixwazim?
Ji bo çi ezê uzrê xwe bixwazim?
Min çi derew, çi bêbextî kiriye?
Min di medyaya sosyal da xeberek dît, jê bawer kir û ew rexne kir. Ne min tenê, bi sedan kesên wek min eynî tişt kirin, partiyan belavok belav kirin.
Di ser da min got heger ne rast e, ”provakasyon e, bênamûsî ye !”
Lê dilê te dîsa jî rehet nebûye, tu dîsa jî bela xwe di min didî. Diyar e kuleke min di dilê te da heye, tu li dû heyfekê yî. Lê bi devavêtinên wiha tu nikanî heyfê ji min bigirî. Dostiya, hezkirina di nabêna me da hebû, te û çend hevalên te, we ji kok da xera kir. Şûşa dil carê bişkiyê hew dicebire.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE