30 november 2021

Qelem û kompîtor

Berê me halan di qelemê hildida, me pesnê qelemê dida. Meriv digot efendim qelema min di xizmeta welat û miletê min da ye. Qelema welat û miletê xwe neparêze bira ew qelem bişkê.

Lê êdî kes qelemê bi kar nayne, kompîtorê ciyê qelemê girtiye. Însanan nivîsa bi qelemê jî ji bîr kirine.

Lema jî ez dibêjim kompîtora ne di xizmeta kurd û Kurdistanê da be, kompîtora serxwebûna kurdan neparêze bira xera bibe, bira bişewite çêtir e.

 XXX

Pêşiyên me gotine xelkê kir tûr, me kir hûr.

Dema meriv xort e meriv "hûr" ji "tûr" muhîmtir dibîne, lema jî çi dest dikeve hema berra "hûr" dide.

Piştî meriv îxtiyar dibe, bala xwe didê "tûrik" vikî vala ye, dike ax wax, lê êdî dereng e, tu tiştê têxe "tûr" tune.

 XXX

Li Swêd sar û sermayê dest pê kir, îro (2021-11-29) di binê sifirê da 5 derce(-5)sar e. Serma hişk zêde ne xweş e, berf jî bibare, her der sipî boz bibe xweş e.

Ji ber ku dor mala me daristan e, carnan xezal riya xwe bi hewşa me dixin. Îro jî yek dageriyabû hewşa me.

Em nuh ji derve hatin, xanimê got zû bike, wa ye xezalek li hewşa me ye. Heta min telefon derxist, qey ez dîm, baz da, çû.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE