30 november 2021

Corona ne bes bû Omîcron lê zêde bû

Em hîn ji Vîrusa Coronayê xelas nebûne Omîcron jî lê zêde bû.

Qey cî hinekî li Coronayê teng bûye Omîcron hatiye hawara wê. Berê jî çend çêlik, varik-marik hatin alîkariya Coronayê lê nikanîbûn zêde li ber xwe bidin, zû ji desthilanîn da ketin.

Lê dibêjin Omîcron ji diya xwe Coronayê jî xerabtir e, pir zalim û no ye, dibê meriv hevza xwe jê bike.

Lê emê çawa hevza xwe jê bikin, çawa xwe jê biparêzin?

Promlem xuya nake, xwe vedişêre, bi mêranî nayê me, em nabînin, em nizanin li ku ye ?

Ji tirsa em xwe vedişêrin. Corona, Omîcron bûne pirsik, em jî bûne mişk, em newêrin bi dilekî rehet ji qulikên xwe derkevin...

Dijminekî wiha bela, talûke Xwedê nede dijminê min.

 XXX

 Di gelek waran da meriv kane "bêteref" be, ne şûrê Elo bikşîne, ne şûrê Welo bikşîne.

Ne bibêje Elo bi heq e, ne jî bibêje Welo bi heq e.

Ne pesnê Elo bide, ne jî pesnê welo bide, bêteref bimîne.

Lê dev çi bibêje jî DIL tu carî derewa nake, ne bêterf e, miheqeq bi yekî ra ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE