19 november 2019

Sêvdîn Mîrê Kela Rebetê gihîşt Stockholmê





Îro pirtûkxaneya min bi du kitêbên pir hêja dewlemendtir bû. Birayê min Fûad ji min ra du kitêb û sê jimarên kovara "Kurt Tarihî" şandiye, gelek sipas û mala wî ava be.

Hevalê minê ezîz Osman Ozçelîk zahmet daye xwe, romana xwe "Sêvdîn Mîrê Kela Rebetê" ji min ra îmze kiriye. Mala wî ava be, pir kêfxweş bûm.

Sêvdîn Mîrê Kela Rebetê, romana Osman Ozçelîk ya pêşî ye.

Dibê têxim dorê û zû dest bi xwendina wê bikim. Romaneke tarîxî ye, mijara wê Selehedînê Eyûbî û serdema wî ye. Mijareke balkêş e.


Di medyayê da hindik be jî bi başî qala vê romanê hat kirin. Osman Ozçelîk qelemek gelkî xurt û hêja ye, di berhemên xwe da xwe baş diwestîne û zimanê wî jî pir xweş e.


Roman 404 rûpel e û ji alî Avesta ve îsal hatiye weşandin.

Kitêba din jî ya apê Osman Sebrî ye "Şerrên Sasûnê" ye.

Bi kurtî îro kabê min mîr hat, kitêbxaneya min bi du kitêbên hêja zengîntir bû.

XXX
Li gorî nivîskara fransî Jean de La Bruyère xanimê ”li dinyayê du riyên bidestxistina serketinê hene. Ya merivê ji aqilê xwe fêdê bibîne, ya jî ji kêmaqiliya hinekên din.”

Ji xwe her kesê bi ser ketine wiha kirine.

Lê siyasetmedar û serokên me ne ji aqilê xwe fêdê digrin û ne jî ji kêmaqiliya dijminên xwe. Ji bo wê jî serketineke baş tu carî nabe nesîbê me kurdan, serketinên me tim di nîvê rê da diqurçimin, dibin têkçûn.

XXX
Erdogan terorîstên îslamî silav kiriye û gotiye ”ew mucahîd in.”
Erdogan gelkî pesnê qehremaniya terorîstên îslamî, bi navê nuh Artêşa Sûrî ya Milî(ASM)daye û gotiye:

”Him welatê xwe diparêzin û him jî egîd û mucahîdên bi mehmetcigên me ra vê micadele didomînin.”

Mêrik êdî hevaltiya xwe ya bi terorîstên Daîşê û Nusrayê ra venaşêre, wam dike ”egîd û mucahîd.” Çimkî ew kirine leşkerên lejyonerên artêşa xwe, êdî di artêşa tirk da hemû bi kadro û bi meaş in.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE